Salvegera damezrandina PKK’ê li Sydneyê hate pîrozkirin

Salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê li bajarê Sydney ê Awûstralyayê hate pîrozkirin.

Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi sirûda Ey Raqîp bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê Komîteya Amadekar salvegera PKK’ê hate pîrozkirin û hate gotin, PKK’ê ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin, îro ji bo Rojhilata Navîn bûye hêvî. 

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji bo vê hêviyê bişkinê sûcên giran li hemberî mirovahiyê dike û çekên kîmyewî bi kar tîne. Her wiha hate ragihandin ku berxwedana gerîla polîtîkayên şer ên dewleta Tirk têk dibe.

Di pîrozbahiyê de hunermend Mesud Med û Roj derketin ser dikê û heta saetên dereng govend hatin gerandin.