Salvegera damezrandina PKK'ê li Stavropolê hate pîrozkirin

Li bajarê Novoalêksandrovkê yê herêma Stavropolê, salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Kurdên li bajarê Novoalêksandrovkê yê herêma Stavropol a Rûsyayê dimînin, tevî dostên xwe bi şahiyekê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre Berpirsyarê Çanda Otonomiya Kurdên Stavropolê Maxmûd Rûstamov û Hevseroka Otonomiya Kurdên Staropolê Acer Aomyêva axivîn. Qisekeran bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Şahî bi stranên hunermendên Kurd û yên neteweyên cuda yên li herêmê Artêm Kovalêv, Albîna Lazgîyêva, Barî Osmanov, Çînar Mamêdov, Mehmûd Rustamov, Hesen Mamedov û Koma "Kulîlkên Rojê" bi dawî bû.