Salvegera damezrandina PKK’ê li Mannheîmê hate pîrozkirin

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi organîzekirina Meclîsa Gel, salvegera damezirandina 44’emîn a PKK’ê bi girseyî hat pîrozkirin.

Ji bo pîrozkirina salvegera damezradina PKK’ê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK, HPG, YPG û YPJ’ê hatin daliqandin. Şahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di şahiyê de ewilî Hevserokê Meclîsa Gel Xalîs axivî. Dogan, êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên berpêyî Rojava û hêzên dengê xwe ji qetlîamê re nakin, şermezar kirin û wiha got: “Wê heyf bê hilanîn.“ Bername, bi derketina ser dikê ya hunermend Beser Şahîn, Koma Dengê Sînan, Ozan Garîp bi dawî bû.