Salvegera damezrandina PKK'ê li Kopenhagenê hate silavkirin

Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, Kurdistanî li salona Strandgårdskolenê li hev civiyan û salvegera damezrandina PKK'ê silav kirin, şehîd bi bîr anîn.

Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kadroyên pêşeng û şehîdan li qada çalakiyê hatin daliqandin.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarkayê Sadik Çîftçî û Zeynep Bînîcî Çetînkaya li pîrozbahiyê axivîn û gotin, "PKK gel bi xwe ye. Em soza azadiya Rêber Apo didin."

Şaredarê berê Villo Sigurdsson jî peyamek da û got, "PKK tevgereke azadiyê ye. Ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin divê piştgirî ji kampanyayê re bê dayin. Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe li Rojhilata Navîn aştî nabe."

Hunermendê TEV-ÇAND'ê Seyda Perînçek, Evîn Akbal, Mahsûn Derîk, Sîvan Can, Kiyan Karanî, Kurdo Mercî û koroya jinan Jiyan jî derketin ser dikê.