Salvegera damezrandina PKK'ê li Kasselê hate pîrozkirin
Salvegera 44'emîn a damezrandina PKK'ê li bajarê Kasselê yê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Salvegera 44'emîn a damezrandina PKK'ê li bajarê Kasselê yê Elmanyayê hate pîrozkirin.
Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.
Kurdistanî tevî dostên xwe li salona Philip-Scheidemann-Hausê li hev kom bûn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Di çalakiyê de ku bi giranî ciwan tevlî bûn, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz li pîrozbahiyê axivî û got, "PKK destaneke 44 salî ye, têkoşîna xwe pîroz e."
Nûnerên Partiya Çep a Elman û Women Defend Rojava jî tevlî şahiyê bûn.
Hunermend Sefkan û Ciwan Çewlik derketin ser dikê û li ber stranên wan heta derengiya şevê govend hate gerandin.