Salvegera damezrandina PKK'ê li gelek bajarên Ewropayê hate pîrozkirin

Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li gelek bajarên Belçîka, Fransa, Qibris û Îtalyayê hate pîrozkirin.

LEUVEN

Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Leuven ê Belçîkayê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ku bi sedan kes tevlî bûn, Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal pêvajoya siyasî nirxand û bal kişand ser tevlîbûna gel a li nava têkoşînê.

Di çalakiyê de hunermend Nûarîn, Koma Agir, Kawa derketin ser dikê û li ber stranên wan govend hate gerandin. Her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.

STRASBOURG

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn. Li ser wateya rojê axaftin hatin kirin, sînevîzyon hate nîşandan û koma muzîkê ya ciwanan a Strasbourgê Dîlon, Farqîn Azad derketin ser dikê. Beşdaran jî li ber stranên wan govend gerandin.

CREIL

Cihekî din ku pîrozbahî lê hate lidarxistin bajarê Creil ê Fransayê bû.

Di pîrozbahiyê de ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate lidarxistin, bi sedan knesî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Qisekeran li gel girîngî û wateya rojê her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Tevî Kevana Zêrîn, Diyar Mehrovî û Ûlaş Kelaşîn gelek hunermend derketin ser dikê.

Pîrozbahî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana YPG'ê" bi dawî bû.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd, ciwanên Kurd û aktîvîstên jin ên li Qibrisê, salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li salona Navenda Çanda Kurd a Teofîlosê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre jî li ser têkoşîna PKK'ê sînevîzyon hate nîşandan.

Li qada pîrozbahiyê alên PKK, KCK, HPG, YPG, YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat li pîrozbahiyê axivî û destnîşan kir ku PKK ji bo gelê Kurd tê wateya jinûve vejînê."

Lezgîn Serhat di dewama axaftinê de diyar kir ku serketina Gerîla û Şoreşa Rojava diyariya azadiyê ji bo hemû gelan e û got, "Lewma divê her kes li dora vê berxwedana bi pêşengiya gelê Kurd tê meşandin kom bibin."

Piştr ejî Koroya Zarokan a Teofîlosê, hunermendên Komîteya Çand û Hunerê ya Navenda Gelê Kurd a Qibrisê Îsmaîl Eker û Mazlûm Sîwan hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

TOULOUSE

Li başûrê Fransayê bajarê Tolouseyê pîrozbahiyeke bi coş hebû. Di pîrozbahiyê de li ser damezrandina PKK'ê sînevîzyon hate nîşandan, axaftin hatin kirin. Pîrozbahiyê bi govendê dewam kir.

Di dawiyê de jî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana gerîl" hatin qîrîn.

TORINO

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê li salona Gruppo Abele salvegera 44'an damezrandina PKK'ê ji aliyê gelê Kurd û dostan ve bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Aktîvîstê Kurd Şervan Çewlik qala ruhê berxwedanê yê PKK'ê kir û destnîşan kir ku divê her kesayetek hîn bi xurtî tevlî nava têkoşînê bibe.

Rojnamevana Îtalyayê Laûra Schrader jî PKK silav kir û got, "Rojbûna te pîroz be Partiya Karkerên Kurdistanê."

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.