Salvegera damezrandina PKK'ê li gelek bajaran hate pîrozkirin

Li gelek welatên Ewropayê, salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê bi çalakiyan hate pîrozkirin.

GOTEBORG

Li bajarê Goteborgê yê Swêdê, salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Di pîrozbahiyê de ku bi sedan kes tevlî bûn, hunermend Peyvan Arşîn, Hozan Evîn Akbaş, Sîphan Afrînî û Ferîborz Karîmî derketin ser dikê.

Li salona pîrozbahiyê bi alên PKK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin daliqandin.

Qisekarn bal kişandin ser têkoşîna 44 salan a PKK'ê ûd iyar kirin ku ev têkoşîn wê bi ser bikeve.

Her wiah diyar kirin ku pratîka 44 salan a PKK'ê û projeya wê ya ji bo Rojhilata Navîn yekane rêya aştiyê ye.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê roja Şemiyê saet di 19:00 de bi heman armancê pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Di pîrozbahiya bic oş de sînevîzyonek li ser PKK'ê hate nîşandan.

Piştî axaftina li ser girîngî û wateya rojê, hunermend Hozan Aydin, Koma Çarsînor, Seher Stran û Mîr Perwer derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên ji bo PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin qîrîn.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Gelek hunermend derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

ÎSHOJ

Li bajarê Îshoj ê Danîmarkayê di pîrozbahiyê de hunermend Azad Farqîn, Nûarîn û hunermendên xwecihî Hozan Fîgen û Necatî Gezen derketin ser dikê.

Di pîrozbahiyê de her wiha sînevîzyonek li ser têkoşîna PKK'ê hate nîşandan.

Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp li pîrozbahiyê axivî û bal kişand ser bûyerên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diqewimin. Helbestvan Kurdî Mercî jî helbesta bi navê 'Jin, Jiyan, Azadî' xwend.