Salvegera damezrandina PKK’ê li eyaleta Saarlandê hate pîrozkirin

Li eyaleta Saarland a Elmanyayê, salvegera 44’emîn a PKK’ê hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî tev li pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de bertek nîşanê êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava hatin dayîn.

Salvegera 44’emîn a avabûna PKK’ê bi kêf û coşeke zêde li eyaleta Saarland a Elmanyayê hat pîrozkirin. Li salona ku pîrozbahî hat lidarxistin, alên PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên şehîd hatin daliqandin. Bi sedan kesên Kurdistanî tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Tûgba Hezer a siyasetmedar ku tev li şahiyê bû, axavtineke kurt kir.

Hezer diyar kir ku demeke ku Kurd di xewa mirinê de bûne, têkoşîna PKK’ê ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çend kesan ava bûye niha bûye tevgera bi milyonan kesan û wiha got: “Kurdan ji bo jiyaneke azad canê xwe da. Têkoşîna bi çend ciwanan dest pê kir, îro li seranserê cîhanê bi dirûşma “Jin jiyan azadî“ bi ruh û can bûye. Bi têkoşîna bi 44 salan xuya bû ku ew ê bi bin bikevin û em ê bi ser bikevin. Çimkî em ronahiyê temsîl dikin, ew jî tariyê.“

Di pîrozbahiyê de li ser navê MLKP ya Saarlandê peyamek hat xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Bi têkoşîna 44 salan eşkere bû ku wê PKK bi ser bikeve. PKK’ê bi pratîka xwe ya bi 44 salan û projeya xwe ya ji bo aştiya Rojhilata Navîn, nîşan daye ku mifteya çareseriyê ye.“

Di pîrozbahiyê de bertek nîşanê êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin dayîn. Bêyî navber dirûşmên “Tirkiyeya terorîst“, “Bijî berxwedana Rojava“ û “Bijî YPG-YPJ“ hatin berzkirin.

Piştî axaftinan Sîpan Xelat, Seher Stran, Koma Newda û Koma Hezex derketin ser dike. Koma şanoyê ya bi navê Koma Hêvî jî şano pêşkêş kir. Di dawiya pîrozbahiyê de sînevîzyon li ser têkoşîna PKK’ê ya bi 44 salan hat nîşandan.

Şahî bi dirûşmeyan bi dawî bû.