Salvegera damezrandina PKK'ê li Bremenê hate pîrozkirin

Kurdên li Bremenê, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û gotin, "Em li dora vê têkoşîna bi rûmet hîn bêhtir bicivin."

Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê çalakiyek hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, peyam hatin xwendin û sînevîzyon hate nîşandan. Li salonê goşeyeke taybet a ji wêneyên şehîdan hate amadekirin. Qad her wiha bi alên PKK, YPG, YPJ û rengên neteweyî hate xemilandin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Bremenê Saîd Bîlgîn got, "Ji Babanzadeyan heta niha Kurd 300 sal in ji bo mayinê têkoşînê dimeşînin. Dem bi dem bi ser ketibin jî dijminan timî zext li wan kirin. Di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de gelek gelan azadiya xwe bi dest xistin, lê belê Kurd di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hatin parçekirin û hewl hate dayin ji nava dîrokê bêne jêbirin."

'EM LI DORA TÊKOŞÎNA BI RÛMET BICIVIN'

Di daxuyaniyê de işaret bi raperînên Kurdan hate kirin û hate rgaihandin ku PKK'ê bi fedakariyeke mezin hebûna gelekî destnîşan ikr.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku PKK li çar parçeyên Kurdistanê hêvî û rûmeta gelê Kurd e û hate gotin, "Mezinkirina vê hêviyê bi berxwedana Kurdan ve girêdayî ye. Komeke biçûk bû, lê îro xwe gihandiye bi milyonan mirovî. Em bang li gelê xwe dikin ku li dora vê têkoşîna bi rûmet hîn bêhtir li hev bicivin."

Di pîrozbahiyê de Tûncer Yalinkiliç, Ciwan Çewlik, Binevş Roj, Sîpan Xelat, Koma Jiyana Nû ya govendê ya zarokan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.