Salman: Ez destê wan lehengan maçî dikim

Hunermend Îlyas Salman diyar kir, dilê wî li ser bi hezaran kesên di greva birçîbûnê de ne naşewite û got, "Dest û çavên wan lehengan maçî dikim. Hêvî dikim, berî ku tiştek bi tenduristiya wan bê wê bi ser bikevin."

Hunermend Îlyas Salman der barê berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, ji ANF'ê re axivî.

Salman diyar kir, berxwedêran bi rengekî mafdar bedena xwe dan ber birçîbûnê, ew heta dawî piştgiriya wan dike û got, "Ez ê serdana wan bikim. Ji bo hêviyê bidim wan ez ê wan bibînim. Hêvî dikim beriya ku tiştek bi tenduristiya wan bê wê bi ser bikevin. Ji ber ku maf nayê dayin, maf tê wergirtin. Dibe ku desthilatdariya AKP'ê îro ji Kurdan re bêje 'werin em li hev bikin'. Nexêr, bêyî hesabdayinê lihevkirin nabe. Beriya her tiştî divê bersiv ji daxwazên çalakiya greva birçîbûnê re bê dayin û piştre bêjin, 'werin em li hev bikin'."

Salman bal kişand ser tundiya li dayikên berxwedêran tê kirin û gotina, 'bihuşt li bin lingê dayikan e' bi bîr xist.

Salman got, "Bihuşt li bin lingê dayikan e, lê belê li vî welatî jî dayik li bin lingê mêran tên binpêkirin. Zext û tundiya tê kirin, berhema tirsê ye. Dilê min li ser 7 hezar mirovî naşewite. Ez dest û çavên wan lehengan maçî dikim. Hêvî dikim wê bi ser bikevin."

Salman bal kişand ser xemsariya mûxalefetê ya li pêşberî grevên birçîbûnê û destnîşan kir, 7 hezar mirovên ketine greva birçîbûnê dest bi çalakiyeke girîng û mezin kirine, wê encama wê baş be.

Salman destnîşan kir, çalakger wê bi ser bikevin û got, "Bila bê hêvî nebin. Dibe ku hûn bêjin, 'Zikê te têr e, tu rehetî'. Na, zikê min ne têr e. Ez xwarinê têr naxwim, nikarim bixwim ku ew mirov birçî ne, çalakiyê dikin. Mirov ewqasî bilind in ku mirov nikarin xwe bigihînin serê wan, mirov ewqasî kûr e ku mirov nikarin xwe bigihînin binî. Ya girîng ne ew e ku mirov derkevin ser serî û bibin tacek jê re, ya jî dakevin binî û bibin xak jê re. Ya girîng ew e ku mirov li deverekê bigihêjin hev û ji hev fêhm bikin. 7 hezar mirov di greva birçîbûnê de ne, li ber mirinê ne, lê tu meseleya Sûriyeyê, pirsgirêkên hilbijartinê dixe rojevê. Jiyana 7 hezar mirovî ji hilbijartinê gelekî girîngtir e."