Rûkeniya mirovahiyê!

Em niha dibînin ku keleha dawî ya nebaşiyê hildiweşe. Alaya dawî ya reş û tarî tê daxistin. Mirovahî mayînde ye, zordarî jî ne exlaqî ye.

Demekê me dît bê tovên tarîtiyê çawa li xaka me hatin çandin... Ji ber nebaşiyê em hemû êşiyan. Carna me li ser bedena jineke ji Reqayê êşkence dît... Carna em bûn rûyê keçeke Minbicî ku bi kevirên recmê parçe parçe bû... Carna em bûn feryada zarokekî li Şengalê ku her tişt û her kesên xwe ji dest da... Carna em bûn raperîna bavekî ji Kobanê ku agir li xaka wî bariya... Dema ku mirov li hovîtiya terora DAÎŞ'ê ya şeş salên dawî li mirovan, li xwezayê û li nirxên manewî hebûyan kiriye difikirin, mirov dibêjin; baş e ku zeman derbas dibe. Niha ji dema ku zîhniyeta tecawizkar, komkujî û talanê ya tirsê re em dibêjin, 'demekê bû'. Em qala dema derbasbûyî dikin. Derbas bû! Baş bû ku zeman derbas bû...

Gava ku mirov dema bihurî û ya niha didin ber hev, gelek tişt dikeve hişê mirovan... Mirov têkoşîn, îrade û serketina bê eman a YPG/YPJ, QSD û hêzên şoreşger ên yekbûyî dibînin, serketina wan a bi navê mirovahiyê afirandine dibînin û pê serbilind dibin. Dema ku em li cih û warê berxwedana bêhempa digerin, serê me digihêje erşê. Şervanên ku li ser vê xakê cenga giran û dîrokî kirine, yên herî wêrek in ji me ku mohra xwe li serdemê dane. Em deyndarê wan e ku kirin em karibin van gotinan bînin ziman.

EM DIBÎNIN KU ALAYA DAWÎ YA REŞ Û TARÎ TÊ DAXISTIN

Em niha dibînin ku keleha dawî ya nebaşiyê hildiweşe. Alaya dawî ya reş û tarî tê daxistin. Mirovahî mayînde ye, zordarî jî ne exlaqî ye. Em niha dibêjin, hezkirin mayinde ye, nebaşî ya çûyînê ye. Û em berê xwe didin erdnîgariya ku rêxistina çete ya DAÎŞ'ê ya xwe ji nebaşiya navneteweyî xwedî dike, hesab li ser dikir. Dawî li vê rêyê nayê. Xaka bê dawî... Xaka ku li her bihosta wê xwîn rijiya, ji bo rizgarkirina her gaveke wê şerekî giran hate kirin...

Gava ku mirov eniya xwe dide cama wesayitê û bi pêş ve diçin, welê li mirovan tê ku dibêjî tu di tuneleke demê de rêwîtiyê dike. Piştî ku em ji Hesekê bi rê ket, bi pênc sed kîlometreyî em çûn. Piştî rêwîtiyeke bi saetan em gihîştin herêma Dêra Zorê. Piştre bi sedan rûyên li ken, çavên dibiriqî mirovan pêşwazî dikin... Wê wextê dilê mirovan rehet dibe û westiyabûna bi mirovan re ji holê radibe.

Di demên wiha de çayeke germ, rûyekî li ken mîna dermên e. Wekî din ew sekna bedew, ew dilnizmiya şervanan dilê mirovan rehet dike. Dil dixwaze ji wan re bêje, 'we belayê serê mirovahiyê ji holê rakir, hinekî pesnê xwe bidin', lê nayê gotin... Ji xwe cudahiya wan jî ev e. Piştre mirov fêhm dikin ku nefsa şervanan hemûyan biçûk e. Mirovên ku armanca xwe mezin be, di nava her şert û mercî de dilnizm in.

DI BIN KÊFXWEŞIYA NIXUMANDÎ DE TIMÎ KOVANEK HEYE

Piştî ku me silav da şervanên nêzî du sal in li çeperên Dêra Zorê şer dikin, bi wan re me dest bi sohbetê kirin û dîtin ku di dilê wan de kêfxweşiyeke mezintir heye ku xwe nîşan nade. Du sedem hene ku kêfxweşiya xwe nîşan nadin. Ya yekê; zanin ku hevalên wan ên bi hev re şer kirine û şehîd bûne, wê nikaribin bibînin ku DAÎŞ ji aliyê fîzîkî ve li ser vê xakê diqede. Dema ku mirov dike û ji nişka ve bîranîneke herî giran û dilşewat dikeve bîra mirovan û ken li rûyê mirovan dicemide. Ev rewş jî dişibe vê yekê. Yên ku vê hestê herî xweş tînin ziman jî şervan bi xwe ne.

Mesela, Evîn a YPJ'î ku 5 sal in li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer dike wiha dibêje, "Dixwazim biçim hevalên xwe yên şehîd ji binê axê derxînim û ji wan re bêjim, 'binerin vaye hûn bi ser ketin, de bikenin, kêfxweş bibin'." Di bin kêfxweşiyên nixumandî de timî kovanek heye, timî sedemeke mafdar heye.

Sedema duyemîn jî; şervanên QSD'ê bawer nakin ku DAÎŞ qediya ye. Ji aliyê fîzîkî ve eniyeke şer a çeteyên DAÎŞ'ê nemaye, lê belê şervan baş pê zanin ku bi sedan hucreyên DAÎŞ'ê yên veşartî hene. Vê rewşê jî ji şerê li eniyê bêhtir metirsîdar dibînin. Û di wê baweriyê de ne ku şerê bingehîn ji niha û pê ve dest pê dike. Guhertina zîhniyeta DAÎŞ'ê û têkbirina torên veşartî bûye karê esasî li pêşiya şervanan.

HER KES DIXWAZE DESTÊ XWE BIDE SERKETINA DÎROKÎ

Ji bilî vê yekê li Dêra Zorê ji her alî ve liv û tevger heye. Ji her devera cîhanê rojnamevan hatine vê derê. Bi dehan nûnerên leşkerî-siyasî û dîplomat hatine vê derê. Mirov dikare bêje, her kes dixwaze destê xwe bide vê serketina dîrokî. Her kes dixwaze bibe hevparê serketinê, dixwaze şahidiyê jê re bike.

Haya şervanan ji her tiştî heye û carna li ser vê liv û tevgerê henekan jî dikin. Sedema herî girîng a vê liv û tevgera li Dêra Zorê ew e ku tê zanîn, wê rojên bê bi merasîmeke mezin bê ragihandin ku rêxistina terorê ya DAÎŞ'ê hatiye qedandin. Em niha tenê lê temaşe dikin. Bala me herî zêde li ser şervanan e. Li vê cîhana berjewendîperest, weke ku yekane rastî ew in. Ji ber ku wan ti berjewendî nedan pêş çavên xwe û ji bo her nîjad, zayend û olê canê xwe feda kirin. Gelo ji vê bêhtir tiştekî rasteqîn heye?

Ew, kenê li rûyê mirovahiyê ne. Hêvîdar im wê mirovahî van lehengan ji bîr neke. Ji ber ku wan ji bo mirovahiyê şer kirin, li ber xwe dan û nebaşî têk birin...