Rûken: Êrişê dibin ser pîrozmendî û bîra civakê

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken diyar kir, dewleta Tirk bi êrişa dijî şehîdan êrişê dibe ser exlaq, pîrozmendî, wijdan û bîra gelê Kurd.

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Zerîn Rûken li ANF'ê re axivî.

Rûken bal kişand ser êrişên li şehîdgehan ku di meha Gulanê de tên kirin û got, "Meha Gulanê meha şehîdan e. Şehîdên şoreşê û azadiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Şehîd di dîroka gelekî de pîrozmendî ne, pîrozmendiya me ne. Em ê vê qirkeriya ku dijminatiyê li pîrozmendiyên me dikin bi îrade û têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan ji holê rakin. Em ê têkoşîna xwe ya bi dilsoziya bîranîna wan bi ser bixînin."

Rûken anî ziman ku li Kurdistanê vê demê polîtîkayeke bêrehm a qirkeriyê bi pêşengiya dewleta Tirk a mêtinger faşîst tê meşandin û got, "Nirxên mirovahiyê hemû tên binpêkirin. Dewleta li hemberî me dewleteke zordar e ku exlaq û wijdan pê re nemaye."

Rûken ragihand ku di sedsala 20'an de bi parçebûna Kurdistanê ya bi çar parçeyan re, hêzên navneteweyî û herêmî yên qirker polîtîkayên xwe yên qirkeriyê, îmha û înkarê bi rengekî veşartî dimeşandin, lê belê bi sedsala 21'ê re bêhtir eşkere bû.

Bi dewamî destnîşan kir, ku bi taybetî piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, polîtîkayên qirkirinê hîn bi plan hatin meşandin û got, "Her ku îradeya gel û jinên azad û bi rûmet xurt dibe, sîstema qirker a li dijî sekna têkoşînê jî kûrtir dibe."

'ÊRIŞ LI DIJÎ CAN Û NIRXÊN KURDAN TÊ KIRIN'

Rûken destnîşan kir ku mêtingeriya faşîst bi mezinkirina tundiyê, bi kuştinê, girtinê, destavêtina li zarok û jinan, bi êşkenceyê û operasyonên qirkirina siyasî hewl dide mirovan bi zorê koçber bikin û li Kurdistanê guhertina demografîk bike.

Rûken got, "45 sal in li Kurdistanê bi Rewşa Awarte û Destûra Bingehîn a faşîst vê dikin. Her wiha hewl dide Kurdan bê ax bihêle, xizan bike, nehêle ku ji aliyê aborî ve bibe xwedî hêz, bi vî rengî hewcedarî dewleta mêtinger bike û ber bi deverên cuda ve bide koçberkirin. Aliyê herî girîng ê vê siyasetê jî ew e ku dixwaze jiyanê dejenere bike, bêexlaqiyê li ser jin û ciwanan ferz bike û bi vî rengî ji polîtîka û nasnameya xwe ya çandî dûr bixîne. Tevî asîmîlasyona ziman û çandî bi dejenerasyona exlaqî re dixwaze asîmîle bike. Vê yekê jî bi şêweyekî taybet plan dike û dixe meriyetê.

Ne bi rengekî eşkere jî be hewl dide tirsê berde nava civakê û bi vî rengî nirxên exlaqî yên civakê gav bi gav tine bike. Armanca polîtîkayên qirkirinê ev e. Lê belê divê şêweyê heyî yê vê pêkanînê baş bê fêhmkirin û lêkolîn. Hewl dide derbê li aliyê herî hesas ê civakê bike, exlaqê xera bike û bi vî rengî ji çanda berxwedanê vegire. Her wiha bi kûrkirina rêbazên şerê taybet vê yekê plan dike û pêk tîne. Ji ber vê yekê odeyên şerê taybet bi berfirehî li ser vê kûr dibin. Asta gel û jinên Kurd ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Di encama vê pêşengiyê de nirxên azadiyê gihîştiye asteke bilind. Li çar parçeyên Kurdistanê hişyarbûneke mezin pêk hatiye û jinên Kurd pêşengiyê ji şoreşê re dikin. Jin ji bo tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bikin têkoşîneke xurt dimeşînin. Êrişên tên kirin ji tecrîd, îzolasyonê cuda nîne."

'HETA KU RÊBER APO AZAD NEBE...'

Rûken destnîşan kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî tavilê bên berdan divê têkoşîn ji her alî ve bê mezinkirin û got, "Ji her demê bêhtir gelê Kurd û jinê Kurd di vê demê de nêzî azadiyê ne û xurt in. Heta ku Rêber Apo azad bibe em nikarin qala serketinekê bikin. Li girtîgehan girtiyên nexweş şehîd dibin. Herî dawî berpirsyarê şehadeta hevalê Sabrî Kaya desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Her wiha jiyana bi hezaran girtiyên siyasî di rîskê de ye.

'DIXWAZIN CIVAKÊ LI DIJÎ NIRX Û EXLAQÊ XWE RAKIN'

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken diyar kir ku dewleta qirker vê demê giranî daniye ser hewldanên ji bo bidawîkirina pêşengiya jinên Kurd, lewma êrişên xwe zêde kirine û got, "Civak çawa dikare li ber nirxên xwe rabe? Çawa dikare bêdeng bike, bide qebûlkirin û jibîrkirin? Dewleta qirker ji ber ku nikare ji aliyê fîzîkî ve têkoşîna gelê Kurd tine bike, bi rengekî qirêj û dijminane bi rêbazên tarî dixwaze gelê Kurd li ber wijdan û exlaqa xwe rake. Divê şêweyê van pêkanînên qirkirinê baş bên fêhmkirin û di asteke herî bilind de têkoşîn bê meşandin."

'ERDOGAN ÇAVKANIYA ÇETEYAN E'

Rûken bi bîr xist ku êrişa li dijî goristanan, êrişên li Rojava, li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî hemû sûcê şer û mirovahiyê ye û got, "Nîşandana vê yekê weke qehremaniyê, namerdî ye. Ji xwe fedînekirin e. Bi êrişa dijî şehîdgehên gerîla li xwe qebûl dike ku faşîst e."

Rûken destnîşan kir ku Kurd wê ti carî serî li ber van nêzîkatiyan netewînin û got, "Bi tirsandinê ji wan heye ku dixwaze fetih bikin, goristanên me xera bikin. Ev hemû rêbazên bingehîn ên artêş û dewleta Tirk e. DAÎŞ jî bi vî rengî bû. Mirov dikarin bi hêsanî bêjin ku DAÎŞ ji ber faşîzma Tirk çêbûye. Çavkaniya çeteyên li Rojhilata Navîn hemû TC ye. Erdogan û derdora wî ye."

'PARADÎGMAYA ME Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ WÊ BI SER BIKEVE'

Rûken got, "Ya ku hesabê wê nekirine ew e ku Kurdan, jinên Kurdan tirs têk birine. Jinên Kurd, gelê Kurd û dostên wan ên li her derê xwe bi rêxistin kirine, ji bo jiyaneke azad li ser piyan e. Paradîgmaya neteweya demokratîk ji bo gelan hemûyan çavkaniyeke mzin a jiyana azad û xeta hêviyê ye... Di vir de divê destnîşan bikim; Yekîtiya neteweyî ya Kurdan a sedsala 21'ê wê bike ku Kurd di vê sedsalê de bibin xwedî statu. Lewma divê mirov yekîtiyê ji aliyê jinan ve bi bernameyeke stratejîk a bingehîn binirxînin û bi vî rengî bi ser bixînin."

'YA KU DIXWAZIN BIKUJIN EXLAQ, WIJDAN Û SEKNA GEL E'

Rûken diyar kir ku faşîzma dewleta Tirk mîna dizan nîvê şevê dikevin goristanan, hestiyên cenazeyan didizin, hewl didin tine bikin û got, "Divê xerakirina goristanan baş bê fêhmkirin. Hewl didin pîrozmendî û bîra civaka Kurd bidize. Şehîd bîra civaka Kurd û mirovahiya bindest in. Dixwazin vê bîrê ji holê rakin û îradeya Kurdên azad bikujinin. Naxwe çima dixwazin miriyan careke din bikujin? Ya ku dixwazin bikkujin civak bi xwe ye. Exlaq, wijdan û sekna civakê ye."

Rûken diyar kir ku şehîdgehên ku cenazeyên gerîla lê ne dîrokeke normal nîne, bîreke normal nîne û got, "Bîra berxwedaneke mezin, şerekî mezin, wêrekî, hişmendî, biryardarî û rabûna li ber dijmin e. Ji ber vê yekê bîra azadiyê ye. Mêtingeriya Tirk ji ber vê yekê dijminê vê bîra azadiyê ye. Qirkeriyeke welê ye ku dijminê sax û miriyên Kurdan e. Divê em vê baş fêhm bikin. Bi taybetî jî ciwan divê vê rastiyê baş fêhm bikin."

Di dawiya axaftina xwe re Rûken got, "Jin bi rêxistinî û piştevaniya xwe ya hevpar wê nasnameya nêrza û faşîst a dewleta Tirk têk bibin û bi ser bikevin."