Rojên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Rojhilata Navîn -3

Wî yê hemû hewldanên reşkirinê û tasfiyekirinê berteraf bikira, ji Osman Sebrî heta bi Mele Evdile Timoqî li qadeke berfireh bi ser biketa ku Rêberê her beşe bimaya.

Çend salên piştî Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ku wê li Kurdistanê û herêmê rê li geşedanên radîkal vekira, ji bo PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belkî jî pêvajoya herî giran bû. Fîşekên ku 15’ê Tebaxê teqiyabûn ji hêlekê ve dewletên mêtinger û hêzên noker tirsandin, ji aliyê dî ve jî li qada navneteewî bi desteka welatên rojavayî wê li dijî PKK’ê û rêbertiya wê bi dijberî wê pê li bişkokê bihata kirin. Ji ber ku nedihate bîra kesî ku li parçeyê bakur ê Kurdistanê ku ji pêkutiya 12’ê Îlona 1980’yî li ser bû şerê gel dest pê bikira.

Karê pêşî yê dewleta Tirk ku bi 15’ê Tebaxê şok bûbû, ew bû ku Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) bikire dewrê. Hevdîtinên ku bi navenda NATO’yê re mehên dawî yên 1984’an li ji bo ku serkutkirina raperîna çekdarî ya Kurdan ber bi nîvê sala 1985’an biryar li ser hate girêdan. Di hedefe de jî Rêberê Gelê Kurd û PKK ya bi lîdertiya wî hebû. Baş e, wê demê li eniya PKK’ê çi dihate jiyîn? PKK ya ku 21’ê Adara 1985’an danezirîna Eniya Rizgariya Gel a Kurdistanê (ERNK) ragihandî, ji ciwanan bigirin ta bi jinan, ji karkeran ta bi rewşenbîran, ji Misilmanan bigirin ta bi Êzîdî, Elewiyan bi gotina, ‘’Ez heme ku her beşe civaka Kurdistanê rêxistin bikim’’ û xwe berdabû meydanê. Mîmarê vê xebatê jî bêguman wê Rêberê Gelê Kurd bûya. 15 salên li pey 1985’an dîroka nêz a Kurdan binivîsandaya ku ERNK bi roleke çawa rabûye.

Piştî damezirandina ERNK’ê qonaxa ber bi havîna 1985’an ve, Tîrmeha bihurî Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê re wiha nirxandibû:

Bi êrîşên ku payiza 1984’an rasterast bi fermandariya Kenan Evren, hate xwestin ku xwedêgiravî sê-pênç çepel tine bikira. Berevajî, gerîla di nav 3 mehan de derdora şêşt çalakiyên leşkerî kir. Gerîlayan li konvoya leşkerî ya Kenan Evren bixwe jî da, ku hatibû Şemzînanê û vedigeriya, zêrevanên Kenan Evren hatin kuştin. Artêşa Tirk li bara gerîlayan ev çend ne serkeftî bû. Li ser vê, 1985’an dewleta TC’ê pirsa PKK’ê li ber NATO’yê danî. Xwest ku xala 5’an a NATO’yê sazkar bibe. Ev xal wiha bû: ‘’Heke êrîşek li ser endameke NATO’yê were kirin, ev weke êrîşeke li ser endamên din jî tê hesibandin, ji ber vê, ji bo parastina ku êrîş çûye ser endamên din jî dikevin şer, destekê didin endamê ku êrîş çûy ser, diparêzin.’’

Dewleta TC’ê ji NATO’yê xwest ku vê xalê li dijî PKK’ê bide şixulandin. NATO li ser vê rûnişt û qebûl kir. Piştî 1985’an şerê li dijî PKK’ê ji her alî ve rêxistiniya wê NATO’yê kir, plan kir û rê ve bir. Hemû tiştên ku dewleta TC’ê kirî jî bi asta herî bilind ji hêla NATO’ê ve hate qebûlkirin .Dewleta TC’ê kete halekî wiha ku bêyî ku ji wir bihata pejirandin nema dikarî ti tevger bikira. Hemû pêvajoya şerê taybet tim sparte ser NATO’yê û pêk anî.’’

LI DIJÎ RÊBERÊ GELÊ KURD KAMPANYAYA REŞKIRINÊ

Rûdana pêşî ya ku avaniyên kûr ên di nav NATO’yê de lêdigeriyan, ku li ser têkoşîna dijî PKK’ê li hev kiribûn, 28’ê Sibata 1986’an li paytexta Swêdê Stockholmê hatibû jiyîn. Serokwezîrê Swêdê Olof Palme, ku di serî de gelê Kurd, dostên gelên çewisandî bû, dema ku ji sînameyê derdiket bi suîkastekê hatibû kuştin. Hema di pey kuştina Palme re li dijî PKK’ê û di şexsê PKK’ê de li djî gelê Kurd, li Ewropaya rojava nêçîra pîrhevokan dane destpêkirin. Di hedefe de jî Rêberê Gelê Kurd hebû, bi hevkariya medyaya Tirk medyaya Swêd û Elmanyayê dane pêş ku Abdullah Ocaaln û rêveberên PKK’ê fermana kuştina Palme dane û kampanyaya reşkirinê rê ve birin.

Argumana wan jî îdîyeke pûç û riziyayî bû; îdîa dikirin serlêdana vizeye ya Abdullah Ocalan ku ji bo biçûya Swêdê hatibû redkirin û ji ber vê fermana kuştina Palme dane.

Gelek rêxistinên Kurd ên wê demê û derdora ku ji xwe re rewşenbîr digot jî kampanyaya linckirinê xweş dikirin. Operasyonên li ser Kurdan yên ku li Swêdê dest pê kiribûn piştre derbasî Elmanyayê bû, 15’ê Adara 1986’an Kurdistaniyên ku xwestibûn li Duîsbûrgê Newrozê pîroz bikin yek bi yek hatibûne destgîrkirin. Li gorî polîsên Elman ku hemû kuçeyên bajêr girtibûn, Abdullah Ocalan, ê ku weke ‘plangerê sereke’yê kuştina Palme hatibû ragihandin, wê tevlî vê Newrozê bibûya û axaftinek bikira. Yên ku agahiyeke wiha bêbingeh dabûne dewleta Elman rêxistinên Kurd bûn ku li ser dijberiya PKK’ê û Abdullah Ocalan gihaştibûn hev û li Swêdê bi cih bûbûn.

Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê ji aliyekî ve di şertên herî dijwar ên Kurdistanê de têkoşîneke bêhempa ya gerîla dide û ji aliyekî ve jî her ku diçe girseya ku li dora xwe kêm dikir berfirehtir dikir. Çi kesê ku di dilê wî de hezkirina li doza Kurdistanê hebû, hezkirina li Ocalan jî di dilê wan de rayên xwe berdida. Girseya li pey wan derdoran ku ji xwe re ‘Partiyên Kurd’ digotin jî bi ser PKK’ê de dişemitîn. Li eniya dijber sedema herî girîng a hêrsa li dijî Abdullah Ocalan ev bû. Li gorî wan, ‘’zaroyekî gel çawa dibû rêberê gel’’. Lê wan salan Abdullah Ocalan ji her nifşî hêviyên şikestî yên her Kurdî vedijand. Mînak Osman Sebrî ku piştre wê bibûya yek ji dostê nêz ê Rêberê Gelê Kurd yek ji van bû.

‘APOYÎ DIÇIN ŞER, HÛN DIÇINE EWROPAYÊ’

Rewşenbîrê Kurd Osman Sebrî ku ji serhildana Şêx Seîd bigirin heta di nav tevgera PDK’ê de ku ya bi lîdertiya Mele Mustafa Barzanî, ku ew jî tevlê bûbû xeyal şikestî bûbû, şahide berxwedanên Xoybûn, Ararat û Dersimê, ji wan kesan re kul i ber çûna Ewropayê bûn û ji wan rewşenbîr, endam û rêveberên partiyan ere ku li mala wî ya Şamê serdana wî dikirin, ber bi nîvê sala 1980’yî digot, ‘’Hûn diçine Ewropayê, Apoyî têne welêt, binerin, ji we re dibêjim, ew ê bi ser bikevin, hûn ê têk biçin.’’

Osman Sebrî li ser Abdullah Ocalan, ku wan salan pir diçû serdana wî, wê wiha bigota: ‘’Hûn xeyalên me bi cih tînin, di ti serdema jiyana xwe de ew çend bişanaz nebûbûm.’’ Bêguman Osman Sebrî ne tenê bû, gelek çinarên Kurdistanê bi Abdullah Oclan şanaz û dilxweş bû. Yek ji van jî di nîvê sedsala 20’an de yek ji aliyê navdar ê Kurdistanê Mele Evdile Timoqî bû. Timoqî ku ji ber zextên dewleta Tirk derbasî Rojava bûyî û 1992’an çûyî ber dilovaniya xwe, tim li cem Abdulah Ocalan disekinî, bi demê rê têkiliyeke pir xurt di navbeyna wan de çêbûbû. Heta Abdullah Ocalan ji ber ku Mele Evdile Timoqî pir yixtiyar bû, alîkarî pê re dikir ku destnimêja xwe bigirta û, secdeya wî ya nimêjê bi destê xwe datanî.

Bêguman ên ku serdana Rêberê Gelê Kurd kirin û têkileyeke germ pê re danîn ne tenê ev nav bûn. Piştî nîvê sala 1980’yî bi sedan rewşenbîr, hunermend, lîder, nûçegihan di rojên Rojhilata Navîn de wê serdana Abdullah Ocalan bikirana. Xwarinçêkirina Rêberê Gelê Kurd, heta bi derî, heta bi wesayita wan çûyina bi wan re, nêzîkatiyên wiha bi dilnizmî ku ji rêberekî nedipan û disiplîna milîtanên PKK’ê, hema hema çavdêriya hevpar a hemûyan bû. Abdullah Ocalan di wê dema kurt de di dîroka Kurdistanê de serdemek dabû destpêkirin. Berevajî rêberên Kurd ên beriya niha bi Sinnî, Elewî, Êzîdî, zengîn, feqîr, jin, mêr, gundî, rewşenbîr, karker, başûrî, bakurî, rojhilat û rojavayî dibû rêberê her kesî.

LI PEY HEV BERSIVA LI SER KOMPLOYA 1986’AN…

Heke em dîsa vegerin sala 1986’an, ku yek ji qona herî dijwar a tevgera PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd bû, wan rojan, ku kampanyaya reşkirinê û lînckirinê hatibû asta herî bilind, 28’ê Adara 1986’an, fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd) wê şehîd bibûya. Tevgerê li bara vê valahiyê bersiva herî mezin bi Kongreya 3’yan a Cotmeyê da.

Di vê kongreye de ku di têkoşîna xeta tasviyekar a di nav PKK’ê de azmûna herî mezin hatibû dayin, ji bo şerê gerîla yê ku bi fermandariya fermandar Egîd dest pê kirî, mezintir bibe veguherî ser Artêşa Rizgariya Gelê Kurd (ARGK) û Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK). Di wê kongreye de her wiha biryar li ser hate dayin ku li gorî eyaletan rêxistiniya şerê gerîla were kirin. Rêberê Gelê Kurd jî bi kongreya 3’yan re, rexne û rexnedayinên nav partiyê kûr kir û rêça bi navê ‘analîzên kesayatê’’ dida destpêkirin.

1986’an geşedaneke dî ya dîrokî ya têkoşîna azadiya Kurd hebû. Ji bo ku perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî ya gerîlyan bêhtir bibe profesyonel li Geliyê Bekaayê bi navê Akademiya Mahsûm Korkmaz dibistaneke perwerdehiyê hate avakirin. Di vê akademiye de heta 1992’an hem bi dehan fermandarê gerîla, bi sedan şervan gihane, hem jî Rêberê Gelê Kurd cara pêşî li vir, bi girseyan re hev dît, cara pêşî li vir, bi dirûşmeya, ‘’Bijî Serok Apo’’ hate pêşwazîkirin. Akademiya Mahsûm Korkmaz di nav wan 6 salan de ne tenê ya herêmê, wê bibûya navenda meraqê ya çapemeniya cîhanê jî.

QETILKIRINA HAMZA BÎNDAL…

Wan salan gelek caran talokeyên mezin ê bihatana ser Rêberê Gelê Kurd. A rast hê despêka tevgerê Abdullah Ocalan bûbû hedefa fîşekan. 18’ê Gulana 1978’an piştî qetilkirina yek ji qedroyê pêşeng ê tevgerê ya Hîlwanê, Halîl Çavgûn, ji bo berxwedana ku wê bihata destpêkirin rêxistiniya wê bikira Abdulla Ocalan ê ku çûyî Rihayê, dema ku ji Hîlwanê ber bi Hoşînê ve bi wesayitekê diçû, êrîş çû ser. Li wesayita Ocalan hate reşand, bi şansekê bêyî ku birîndar bibe ji vê êrîşê xilas bû.

25’ê Çileya 1990’î li qada esasî ya xebatê ya Abdullah Ocalan li Akademiya Mahsûm Korkmaz, dema tatbîqatekê de, hevalê wî yê zaroktiyê Hamza (Hasan Bîndal), ji hêla Topal Metîn (Şahîn Balîç) Ve hate qetilkirin. Abdullah Ocalan ku bi berfirehî ev rewş nirxandî, li dijî ‘’çetetiya asî, eware û komplogeriya feodal’’ ya di nav partiyê de şer ragihand. Pênaseya ‘’Çeteya Çarîne’ ya Rêberê Gelê Kkurd Abdullah Ocalan ya ji bo ‘’Şemdîn Sakik (Zekî), Şahîn Balîç (Topal Metîn), Halîl Kaya (Kor Cemal) û Cemîl Işik (Hogir) di vê demê de hate kdanîn, ji bo ku ev hişmendiya di nav PKK’ê de paqij bibûya ,Konferansa 2’yan hate kirin. Abdullah Ocalan li ser wê pêvajoya krîtîk, piştre wê wiha bigota:

‘’Ji destpêka salen 1990’î ve dengê zêdebûyî yên gavên komployên hundir û derve digot, ‘ez têm’. 25’ê Çileya 1990’î xwedêgiravî bi qezayê bi guleyekê kuştina hevalê min ê zaroktiyê Hasan Bîndal, bûyereke wiha bû k udi xwe de gelek raz vedişart. Ev, komployeke wiha bû ku îhtîmala ku Sari Baran, Mehmet Şenerû Şahîn Balîç ên di rêveberiya kampê de bûn, ev komplo danîbin pir zêde bû. Heke min rûyer daqurtanda piştî bi demek kurt dibû ku operasyon bi tasviyekirina min bihata temamkirin. Du sîxûrên fermî yên ku peywira wan tasfivekirina min bû, wan rojan li Star TV’yê li bara sûcdarkirinên li ser wan, -ez dibem qey bi maneya parastina Cem Ersever- ez bûme şahid ku wiha axivîn. ‘’Ez ne sernekeftî ne. Me bixwesta me dikarîbû bikuşta, lê dihate xwestin ku bi saxî bihata girtin.’ Lixwemikurhatineke bi vî rengî bû. Aliyê wê yê rast jî hebû. Bi çetetiya ku di nav PKK’ê de geş bûyî, bi rehetî dikarîbûn ev pêk bianîna. Lê ji bo ku kontra rêxistinê jî biketa destê wan, diviya ez sax bibmam û piştî ku rêxistin bi temamî kete destê çeteyê, tasviyekirina min, sîsika stratejiya nêzîkatiyê bû. Ji ber vê hemû qedor yên dirûst û dilsoz ku taloke didîtin, di rengê qezayê diviya bihatana tinekirin.’’

Rojên dawî yên 1990’î PKK’ê Kongreya 4’an civand. Bi wesfê kombûna li dora Rêberê Gelê Kurd bû ev kongre. Her wiha Kongreya 4’an, piştî kongreya pêşî wê kongreya pêşî ya PKK’ê bûye ku li Kurdistanê hatibû kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rasterast tevlî kongreye nebûbû, lê xebateke bi navê ‘’Rapora Polîtîk’’ ku geşedanên li Kurdistanê, herêmê û cîhanê analîz kiribû, dabû kongreye.

Ji nîvê sala 1990’î û pê ve Kurdistan bi serhildanên Nisêbîn, Cizîr, Amedê bihejiya, bi şerê gerîla re gelek qereqolên dewleta Tirk wê ji nexşeyê bihata rakirin. Her wiha serdema siyaseta legal a Kurd jî wê dest pê bikira. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda van hemû geşedanan e û ji ber vê jî, hem li hundir û hem li derve wê zêdetir bibûya hedef.

Sibe:

-Agirbestên 1993 û 1995’an

-Teqîna 6’ê Gulana 1996’an

-Banga aştiyê ya 1’ê Îlona 1998’an û pêvajoya ber bi 9’ê Cotmehê ve