Roja greva femînîst: Têkoşînan bike yek!

Di çarçoveya roja greva femînîst de, bi dehan jin li navenda Swîsreyê daketin qadan.

Jinên her sal 14‘ê Hezîranê li Swîsreyê bi daxwaza “Ji bo karê wek hev pereyê wek hev“ grevê dikin, îsal bi dirûşmeya “Têkoşînan bike yek“ li dehan qadan daketin qadan. Li bajarên Lozan, Zurîh, Bern, Basel, Cenevre, Chur, Lûzern, St. Gallen, Wintherthur, Thurgau û Delemeont bi dehan deran li ser navê komele, sendîka û partiyan gelek axaftin hatin kirin. Jinên Kurd jî bi deng û rengê xwe tev li çalakiyan bûn.

CILÊN QIRÊJÎ NÎŞAN DAN

14‘ê Hezîranê jin li bajarê Lozanê yê Swîsreyê derketin qada Rîponne û stand danîn. Panel û forûm çêkirin. Di atolyeyên hatin avakirin de li ser parastina cewherî agahdarî hatin kirin. Mîtîng hat lidarxistin. Li ser newekhevî û bêedaletiya bi her awayî axaftin hatin kirin. Ji bo kişandina balê bi ser newekheviyê de jinan cilên xwe yên qirêjî nîşan dan.

Daxuyaniya li ser Greva Jinan a 14‘ê ya Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) endama Meclîsa Jinan a Lajînê Nehîr Kulug xwend. Di çalakiyê de dansa Las Tesîs jî hat kirin. Berêvarkî bi hatina qadê ya bi hezaran jinan ber bi navendê ve dest bi meşê hat kirin.

Çalakî bi vegera li qada Riponneyê bi dawî bû.

JIN LI GELEK DERAN LI BER AVH 21’Ê RABÛN

Li seranserê Swîsreyê çalakî û mîtîng çêbûn. Tevî muzîkê pîknîka femînîst hat kirin. Li Cenevre, Zurîh, Basel, Lûzern, St. Gallen, Chur, Winterhur, Delemeont La Chaux-de-Fonds, Neuchâtel ve Vallée du Jouxê jî jin derketin qadan. Bi meşa êvarê daxwazên xwe ragihandin.

Organîzatoran bi daxuyaniya çapemeniyê destnîşan kir ku femînîzm ne bi tenê meseleya jinan e grev ne bi tenê li ser mafê jinan e û wiha got: “Em ne bi tenê ji bo mafê jinan lê ji bo hemû mirovên pergala mêrane cudakariyê li wan dike derdikevin kuçe û kolanan.“ 

Piştî greva femînîst a mezin a sala 2019’an newekhevî berdewam e. Ji bo zêde kirina temenê teqawidbûnê wê 25’ê Îlona 2022’yan pêşniyaza Reformê ya AHV 21 ji bo referandûmê bê pêşkêşkirin. Jin wê heta hingê bi çalakiyên xwepêşandanê daxwaza vekişîna pêşniyazê bikin. Jin xwe amadeyê greveke mezin a nû a sala 2023’yan jî dikin. Wê bi grevê daxwaza bidawîkirina newekhevî û êrîşên paşverû yên bûrjûwaziyê bikin.