Roja yekem a meşa li London, Essen û Atînayê bi dawî bû - HATE NÛKIRIN

Ciwanan li London, Essen û Atînayê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê’ dest bi Meşa Dirêj kirîbû, meşa ciwanan roja yekem li pey xwe hişt.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li 6 welatên cuda yên Ewropayê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê’ meş li dar xistin. Meşa Dirêj a Ciwanan li London, Essen û Atînayê roja yekeml li pey xwe hişt.

LONDON

Roja yekem a Meşa Dirêj a TCŞ‘ê û TekoJIN‘ê li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK'ê ya li ser rêya Herfordê di saetên serê sibê de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi dawî bû. Ciwanan di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê” hildan.

Belavokên bi zimanê Îngilîzî hatin xwendin. Xelkê Londonê jî eleqeyek mezin nîşanî meşê da. Ciwan li cihê radiwestiyan govend gerandin û dirûşme berz kirin.

Li gel şert û mercên hewayê jî ciwanan bi coşeke mezin meşa xwe berdewam kirin, piştî ku 10 km meşiyan, tev li çalakiya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin lidarxistin bûn.

Ciwan wê meşa xwe ya ji Bakurê Londonê di 31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê de bidomînin.

ATÎNA

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TJŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê protesto bikin û berxwedana gerîla silav bikin li Yewnanîstanê meş dabû destpê kirin, roja yekem a meşa dirêj bi dawî bû.

Çalakvanên ku ji Kempa Lavrîoyê destpê kirîn û 26 kîlometreyan meşiyan, bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bimre xiyanet” berz kirin û stranên şoreşê gotin.

Di dema meşê de gelê li derdor bi çepik û dayîna ava vexwarinê, piştgirî dan çalakvanan. Piştî meşê ciwanan li salona konferansê ya Şaredariya Marco Poûloyê semîner li dar xistin. Di semînerê de hate diyarkirin ku li Kurdistanê berxwedana gerîla ji bo tevahî Rojhilata Navîn girînge û êrîş hatin şermezarkirin.

Ciwanan peyama wê heta serkeftinê xwedî li berxwedana gerîla derbikevin dan û xayîn û hevkar PDK şermezar kirin.

Ciwanên ku plan dikin sibê ji Marco Poûloyê heta Palanîayê bimeşin, wê di 1’ê Hezîranê de bigihijin Atînayê.

DÛÎSBÛRG

Ciwanên ku ji Essenê çalakî li dar xistin, tevî hewldanên provokasyonê jî gihiştin Dûîsbûrgê.

Meşa îro li ber stasyona trenê ya Essenê destpê kir. Ciwanan di meşê de tîşortên ku bi Elmanî nivîsa "Kurdistanê biparêze" li ber xwe kirin û pankarta "Werin Cenga Azadiyê li dijî îxanet û dagirkeriyê" vekirin.

Ciwanan di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Di meşê de ciwanan ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe were derrxistin jî îmze berhev kirin.

Ciwan bi qasî 20 km meşiyan û li navenda bajêr dawî li çalakiya xwe anîn.