Roja dawî ya nobeta ‘Em Jiyanê Diparêzin’

Nobeta ku ADGB’ê bi dirûşmeya “Em Jiyanê Diparêzin” dabû destpêkirin di roja xwe ya 5’mîn de bi meşeke meşaleyî hat bi dawî kirin.

Nobeda “Em Jiyanê Diparêzin” ku ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ve li bajarê Basel ê Swîsreyê di 3’ê Çileyê de ji bo balê bikişîne ser pêkanînên êşkenceyê yên li girtîgehên Tirkiyeyê li ser girtiyan hatibû destpêkirin, bi meşeke meşaleyî bi dawî bû.

Pêkhateyên ADGB'ê saet di 18:00’an de li Claraplatz a Baselê hatin ba hev û li vir bi meşaleyan dest bi meşê kirin.

Girseya gel wêneyên Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Abdulrezzak Şûyûr, Vedat Cem Erkmen û Îlyas Demîr ên herî dawî hatin qetilkirin û siyasetmedar Aysel Tûglûk hilgirtin û pankarta li ser hatibû nivîsandin “Nabe ku girtiyên nexweş terkî mirinê bên kirin” vekirin.

Di meşa meşaleyê de gelek caran dirûşmeyên li dijî faşîzma dewleta Tirk hatin berzkirin. Gel heta Markplatzê ya ku parlementoya kantonê lê ye meşiyan û li vir mîtîngek lidar xist.

Li ser navê ADGB'ê Mine Nazarî axivî û diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobetê ya "Em Jiyanê Diparêzin" ku li Kurdistanê li dijî zextên dewletê yên li ser girtiyên siyasî hatine destpêkirin, çalakiya nobetê ya 5 rojan lidar xistine û destnîşan kir ku her çiqasê ew xwepêşandanên xwe bi dawî dikin jî lê ew ê berdewam bibin dengê girtiyan.

Çalakî bi banga tevlîbûna meşa navendî ya sibê ku wê Komkujiya Parîsê bê protestokirin, bi dawî bû.