Rêxistinên Norwecê dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin

Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê dike, ji aliyê rêxistinên Norwec û Kurdan li Osloyê hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê NCDK Oslo û UNG-KURD’ê hate lidarxistin. Gelek rêxistinên Norwecê tevlî çalakiyê bûn.

Ji ber şewbê ligel ku astengî zêde bû û baran dibariya jî mîtîng hate kirin.

Ingunnn Gjerstad a ku Serokê sendîkaya karkeran a bi navê LO ye ya ku 930 hezar endamê wê heye, di mîtîngê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li dora Erdogan bi xeyalên xwe yên Osmaniyan herêm ber bi şer ve birine.

Gjerstad êrîşa dagirker a ku di 23’ê Nîsanê de li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, doza girtina HDP’ê, girtina rojnameger, hevşaredar û parlementeran, feshkirina Peymana Stenbolê û rewşa aboriyê ya ku xerab dibe bi bîr xist û got “Ev rewşeke gelekî xerab e.”

Berpirsê sendîkayê bangî hikumeta Norwecê kir ku bila rûyê rast ê Erdogan bibîne û got “Norwec di van rewşan de xwedî tecrube ye, ji bo pêşîlêgirtina şer divê ambargo û boykot were kirin.”

Nûnerê Partiya Gel a Xirîstiyanan (KrF) Espen Andreas Hasle jî got “ Ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelekî cîddî û xetere ne, divê were sekinandin.” Hasle diyar kir ku divê êrîşên li ser gelê Kurd neyê qebûlkirin.

Berpirsê Komîteya Navneteweyî ya Partiya Sor a Norwecê Marîe Sorhaûg jî derbarê êrîşên dagirker got “Bi tu awayî ev êrîş nayên qebûlkirin. Divê raya giştî ya navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî, ji bo ku ev êrîş û dagirkerî zêde nebe, divê têkevin dewrê”

Herî dawîn nûnera NCDK Oslo Endam Aso jî ji ber bêdengiya wê li hemberî êrîşên dagirker ên Tirk nerazîbûn nîşanî NATO’yê da.