Rêxistinên ciwanan ji bo kampanya îmzeyan banga tevlîbûnê kirin

Rêxistinên TCŞ û TÊKO-JIN li ser kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' daxuyanî dan û ji bo serxistina kampanyayê banga tevlîbûnê li ciwanan kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) têkildarî kampanya îmzeyan a ku ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' hate destpêkirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî di n av de bi hezaran kesayetên naskirî di asta navneteweyî de ji bo PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin platformek ava kirine û bi vê armancê bi hezaran îmze hatine komkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku derxistina PKK'ê ji lîsteyê êdî pêwîst û mecbûrî ye û hate gotin, "Şer hemû rojekê bi çareseriya siyasî bi dawî dibe, ev rastî ji bo şerê navbera dewleta Tirk û Kurdan jî derbas dibe. Rêya çareseriya aştiyane û siyasî jî bi diyalog û danûstandinan dibe. Pêvajoyeke danûstandinan û diyalogê ya gengaz tevî PKK'ê divê aliyan hemûyan di nava xwe de vehewîne. Lê belê bicihkirina navê PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorê' bi tena serê xwe astengî ye li pêşiya diyalog û danûstandinan."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna PKK îro li Rojhilata Navîn ji bo gelan dimeşîne û sîstema alternatîf a ku ava kiriye ji bo derxistina ji lîsteyê bi tena serê xwe têrê dike, lê belê dewletên Ewropî di vê şaşitiyê de hîn jî israr dikin.

Di daxuyaniyê de işaret bi detayên kampanya îmzeyan a li Ewropayê hate kirin û hate gotin, "Em bi biryar in ku kampanya îmzeyan li Ewropayê li her qadê bi ser bixînin." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ji vê derê bang li Kurdistaniyan hemûyan, ciwanan û dostan dikin; hebûna Kurdên azad tenê bi PKK'ê dibe û di vê oxirê de jî bi hezaran şehîd hatine dayin. Divê ciwan vê rastiyê ji bo kêliyekê jî ji bîr nekin û li her qadê vê kampanyayê mezin bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan hate kirin, ku ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin dakevin qadan, heta ji wan tê piştevaniyê xurt bikin û piştgiriyê bidin banga wan.