Rêveberê CÎK’ê: Em ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin

Rêveberên CÎK’ê yên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî çalakiya nobetê ya li ber Konseya Ewropayê bûne, gotin ku “Ji bo rakirina tecrîdê divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Li bajarê Strasboûrgê çalakiya nobetê ya Azadî ji Ocalan re ya li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê di hefteya 403’an de ye. Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhallî jî di nav de komeke nû nobeta vê hefteyê digirin. Di komê de Mele Salih, Behrem û Fahrettîn hene.

Li ser navê komê Hafiz Ahmet Tûrhalli diyar kir ku kesên dibêjin em ji Îslamê û Quranê bawer dikin divê alîgirên aştiyê bin û got ku “Misliman diçin Misilmanan dikujin, piştre diçin ji Trûmp û Pûtîn dixwazin ku aştiyê ji wan re bînin.”

Hafiz Ahmet Tûrhalli diyar kir ku ji bo li Kurdistan û Rojhilata Navîn aştî pêk were, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

Tûrhalli bal kişand ser vî tiştî ku ew bextewar in ku li ser navê CÎK’ê tevlî çalakiya Nobeda Azadiyê dibin û got ku, “Ji bo Kurdan bihar tê û divê em hêvîdar bin.”

Endamê komê, Mele Salih jî diyar kir ku gelê Kurd tecrîdê qebûl nake û li hemberî vî tiştî têkoşîna xwe bi xurtî didomîne û got ku “Heke dixwazin polîtîkayeke rast bimeşînin, divê tecrîdê bi dawî bikin.”

CÎK ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve gelek caran tevlî çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan re bû. Ji xeynî CÎK’ê rêveber û endamên saziyên Elewî û Êzidiyan û gelên Asûr û Siryan jî tevlî nobeta Azadî ji Ocalan re bûbûn.