Rejîm berê xwe da M4, Rûsyayê dîsan li leşkerên Tirk xist

Rejîma Sûriyeyê berê xwe da rêya M4 û gelek herêm kontrol kir. Hate ragihandin ku Rûsyayê jî li nuqteyên çavdêriyê yê Tirk xist. Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavrov jî got; “Em ê bi mîsogerî destûr nedin tu hewldanekî ku dixwazin terorîstan mafdar bikin.”

Piştî ku hêzên rejîma Sûriye bi piştgiriya Rûsya û îranê li Idlibê rêya Heleb-Şam (M5) kontrol kir berê xwe da rêya Heleb-Lazikiye (M4) a li başûrê Idlibê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin hêzên rejîmê herêmên Neqîr, Şêx Mistefa, Kersûxê, Til Nar, Rekayê, Hentotîn û Şêdxamis ên dikevin başûrê Idlibê kontrol kir.

ARTÊŞA TIKR NUQTEYÊN NÛ AVA KIR

Artêşa Tirk jî li herêmên Besamîs, Barûdê û Kensefra yên li başûrê Idlibê 4 nuqteyên leşkerî yên nû ava kir. Li aliyê din konvoyekî leşkerî ku ji 50’î wesayîtan pêk dihat ya leşkerên Tirk çûn herêma Caber Zaviye.

BOMBEBARANA LI DIJÎ HERÊMÊ DIDOME

Balafirên şer ên Rûsya şevê din li dijî herêma Şîr Maxar ku nuqteya çavdêriyê ya Tirk lê ye li herêmên Ehsem, Barê, Fetîra, Kewkebê, Meher, Kefernubul, Biseqla û Meret Hermê êrîşên hewayî pêk anîn.

SOHR: 5 LEŞKER MIRIN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên rejîmê derdora nuqteya dewleta Tirk a li herêma Kensefra ya li Cebel El-Zawiyê ya li başûrê Idlibê topbaran kir, 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

ARTÊŞA TIRK LI NUQTEYÊN REJÎMÊ DA

Hêzê Tirk û çeteyên wê piştî bomberdûmanê û şûnde li Neyrebê nuqteyên hêzên rejîmê dan ber topan. 

RÛSYA: AMADEKARIYA HEVDÎTINEKE NÛ BI TIRKIYEYÊ RE HEYE

Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov daxuyanî da û diyar kir ku amadekariya hevdîtineke nû ya têkildarî Idlibê bi Tirkiyeyê re dikin.

LAVROV: KESEKÊ SOZ NEDAYE KU LI TERORÎSTAN NEXE

Lavrov wiha domand; “Di lihevkirinên di navbera serokên Rûsya û Tirkiyeyê de di mijara ku terorîst bikevin nava tevgerê wê ti êrîşek pêk neyê ti sozek nehate dayîn. Ji ber vê sedemê tiştekî ku em ne li bendê bin nîne. Leşkerên Tirk ên li qadê erk dikin em bawerin ku vêya dibînin û fam dikin.”

LAVROV: BI MÎSOGERÎ EM Ê DESTÛR NEDIN

Lavrov bi domdarî got; “Ji nuqteyên çavdêriyê yên Tirk li dijî Sûriye û me êrîş pêk tên. Bi mîsogerî em ê destûr nedin ku ti hewldanekî ku terorîstan mafdar bike.”

JI RÛSYAYÊ PEYAMA BI DÎMEN: JI HEWAYÊ VE DIŞOPÎNIN

Li aliyê din Rûssîa Todays dîmenên sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a ji bo Idlibê ku ji aliyê balafirên keşfê yên Rûs ve hatî kêşandin parve kir.