Rêjeya tevlêbûna hilbijartina li Fransayê ji sedî 32

Di tûra pêşîn a hilbijartina herêmî de ya ku roja Yekşemê li Fransayê hate kirin, performansa partiya desthilatdar ne baş bû, rastgirên radîkal bi paş ketin. Bêeleqeya li hemberî hilbijartinê ji bo demokrasiyê wekî karesatekê tê dîtin.

Di 20’ê Hezîranê de tûra pêşîn a hilbijartinê hate kirin. Kesên neçûn ser sindoqan mohra xwe li hilbijartinê dan. Ji sedî 68’ê hilbijêran neçûn ser sindoqan, rêjeya kesên çûn ser sindoqan jî bû ji sedî 32. Di hilbijartina sala 2015’an de rêjeya tevlêbûnê ji sedî 50 bû.

Di vê hilbijartinê çepgir derketin pêş û tu kes ne li benda encameke wisa bû. Bloka sosyalîst û ekolojîst di asta neteweyî de ji sedî 35’ê dengan stend. Ev wekî encameke baş be jî ji bo tûra duyemîn namzetekî xurt dernexistin. Çepgir jî di nav xwe de parçe bûne. Bi taybetî ji bo hilbijartina serokkomariyê partiyên çepgir dixwazin namzetê xwe pêşkêş bikin.

Partiya Le Pen a rastgirên radîkal jî di asta neteweyî de ji sedî 19.3 deng stend. Li gorî sala 2015’an 8 pûan kêm kiriye. Le Pen li bende bû ku ew li 6 herêman bibin yekemîn lê bi tenê li herêmekê bû yekemîn.

Serokkomar Emmanûel Macron jî ji bo encameke baş bistîne, 15 wezîrên xwe şandibû qadê lê ji sedî 10 deng stendin. Li tu herêmê pozîsyoneke baş nestendin ku karibin li hemberî namzetê RN têbikoşin.

Bêeleqetiya li hemberî vê hilbijartinê bi xwe re hin nîqaş anî. Pêşniyaz hate kirin ku bila êdî hilbijartin li ser înternetê were kirin. Bêeleqetiya ku rêjeya wê ji sedî 68 e ji bo demokrasiya Fransayê wekî karesatê tê nirxandin. Li gorî anketan mirov bawer dikin ku ev hilbijartin wê bi kêrî tiştekî neyên û hilbijartin wan eleqedar nake. Li gorî encamên anketê şewba Covîd-19’ê li ser hilbijaratinê tu bandoreke mezin nekiriye. 

Li gorî encaman ji sedî 80’ê ciwanan û ji sedî 72’ê jinan neçûne ser sindoqan, rêjeya mêrên neçûne ser sindoqan jî ji sedî 59 e. 

Li gorî encamên tûra yekemîn muzakereyên di navbera partiyan de jî dest pê kir.