‘Rêber Apo em fêrî ruhê azadiyê kirine’

Gerîlaya HPJ’ê Cûdî bal kişand ser dagirkeriya li Kurdistanê û banga parastina xaka Kurdistanê kir, got: Dem dema pêkanîna erk û yekîtiya netewî ye.”

Gerîlaya Hêza Parastina Jin (HPJ) Nejbîr Cûdî li ser dagirkeriya li Kurdistanê û rola gerîlayên jin ya di parastina welat de ji ANF’ê re nirxandin kir. Cûdî ji bo Yektîtiya Netewî bang li her kesê kir ku ji bo parastina Kurdistanê bibin alîkar û got: “Divê her kes ji 7 heta 70 salaî jî di yekîtiya Kurdan de erkê xwe pêk bînin. Êdî dem ne dema temaşekirinê ye, dema pêkanînê ye.”

‘ŞERÊ HERÎ DIJWAR LI ÎMRALÎ TÊ KIRIN’

Gerîla Nejbîr Cûdî qala êrîşên dagirkerî yên li ser xaka Kurdistanê kir û destnîşan kir ku şerê herî dijwar li hember berxwedaniya li Îmraliyê tê meşandin û wiha domand: “Dijmin her tim dibêje ku; ‘min gelê Kurd tune kiriye û xistiye bin betonê’, lê belê bi fikir û ramanê Rêber Apo ew gelê ku di gorê de bû, carekî din rabû ser pêyan. Di rastiyê de niha şerê herî dijwar li Îmraliyê tê kirin. Dijmin her tim, dema ku tengav dibe bi êrîşên xwe yên li ser Îmraliyê û Kurdistanê re hewl dide xwe ji nav tengasiyan derxîne. Îro jî bi êrşkirina li ser Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê dixweze rêya rizgarbûyîna xwe peyda bike.”

‘ÇAWA KU LI GARÊ TÊK ÇÛ, WÊ LI METÎNA, ZAP Û AVAŞÎN JÎ TÊK BIÇE’

Cûdî bal kişand ser berxwedaniya gerîlayên Kurdistanê û got ku ev berxwedanî hêza xwe ji fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digre û got: “Berxwedaniya ku îro tê dayîn berxwedaniyeke dîrokî ye. Yê ku ev berxwedanî li ser lingan hîştiye, îradeyeke ku ji fikir û ramanê Rêber Apo hatiye girtin. Rexmê ku ewqas teknîkekî mezin li ser Kurdistanê tê ceribandin, lê gerîla bi taktîkên xwe yên dewlemend, teknîka dijmin hemû vala derdixînê. Ev hêza berxwedanî tenê bi gerîlayên Kurdistanê re sînordar nemaye. Gelê Kurd jî ku heta niha ji bo hebûna xwe biparêza bi sedan salane li ber xwe didin. Ev hemû bi saya keda Rêber Apo tê pêşxistin. Dijmin li hember vê jî wê nikaribe tu car bi serkeve. Çawa ku li Garê binket, wê îro jî li Metîna, Zap û Avaşînê jî binbikevin.”

‘JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ DIVÊ HER KES TIŞTA JÊ BÊ Û BIKEVE SER MILAN PÊK BÎNE’

Têkildarî Yekîtiya Gelê Kurd gerîlaya HPJ’ê nirxandin kir û bang li her kesî kir ku cih û misyona jê tê xwestin pêk bîne û wiha pêde çû: “Ev sedsal weke ku Rêbertî jî dibêje; ‘Sedsala qirbûnkirina gelan e’, ji bo gelê Kurd sedasalekî ya hebûn û tinebûnê ye. Yê ku vê hebûnê biparêze, Tevgera Apoyî ye. Eger em li cîhanê temaşe bikin her welatek artêşekî wan heye. Di heman demê de Ereb û Farsan jî xwedî artêş in. Çima em wek Kurd artêşekî me hevbeş nîne ku em welatê xwe bi hev re biparêzin. Ruxmî Rêber Apo bi dehan caran bangên ji bo damezrandina Yekîtiya Netewî kiriye. Pêwîste êdî partiyên siyasî yên Kurdî û her mirovekî ku ruhê welatparêziyê pêre hebe, bikeve nava hewldanê û bi çi şêwazê û bi çi rengî lazim be, em yekîtiya Kurd pêkbînin.”

‘YÊN WELAT AVA BIKE GEL E, YÊN WINDA JÎ BIKE GEL E; DIJMIN NASEKINE, DIVÊ EM JÎ NESEKININ’

Li ser gotinên kesên dibêjin karê gerîla li Başûr çiye? gerîla Cûdî jî pirs karê AKP’ê li Başûr çiye? kir û destnîşan kir hêz û helwesta gel wê bikaribe vê dagirkeriyê têkbibe. Cûdî nirxandin wiha domand: “Dibêjin ku karê PKK’ê li Başûr çiye? Pêwîste em bêjin ku karê AKP’ê li Başûr çiye? Cihekî nemaye ku dagir nekiriye. Ev gelê ku her roj bi êrîşan re rû bi rû dimînin kî ne? Xwezaya ku tê qirkirin ya kû derê ye? Ma ne ya Kurdistanê ye? Li vir divê wek gel seknenkî wê hebe. Ji ber ku yê welat ava dike gel e û yê ku welat winda dike jî dîsa gel e. Weke Rêber Apo dibêje; ‘Divê em ji 7 heta 70 salî têkevin nav liv û tevgerê’, pêwîste em nesekinin, ji ber ku dijminê me tu cara nasekine.”

‘HÊVIYA GEL EW E KU PÊŞMERGE Û GERÎLA BIBIN YEK’

Gerîla Nejbîr Cûdî anî ziman ku ger pêşmerge û gerîla bi hev re di yek çeperê de şer bikin wê tu dagirkerek cesaret neke ku derbasî Kurdistanê bibe û wiha pêde çû; “Dîrokekî yê pêşmergeyan heye. bi Enfalan re derbas bûye û li be rxwe dane. Bila nasnameya pêşmerge bi destê hinekî kesên ku ji bo desthiladariya xwe biparêzin wê bikar tînin, xirab nebe. Hêviya gel jî ev e ku pêşmerge û gerîla bibin yek.

‘JINA KURD BÛYE PÊŞENGA RUHÊ AZADIYÊ’

Gêrîlaya Hêza Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Nejbîr Cûdî di dawiya axaftina xwe de got ku bi hêza Jin wê serketin misoger be û Yekîtiya Kurdan pêk bê. Cûdî got: “Bi fikir û ramanê Rêber Apo, jina Kurd bûye sembola berxwedaniyê. Li aliyekê YJA Star li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê bi lehengî li ber xwe didin, li aliyê din jî dayikên me ku bi rojanin li hember sîstema dagirker li kolanan li ber xwe didin. Jina Kurd bûye pêşenga ruhê azadiyê. Dijmin li hember vê ruhê wê tu carê nikaribe serkeve. Ya ku civak ava dike jin e. Yê ji bo damezrandina Yekîtiya Kurd jî pêşengî bike jin e. Ji ber ku yê herî zêde di şer de êş û azar dikişîne jina Kurd e, dayikên me ne. Hêviya me jî ev e ku wek jin li hember vê perçebûyînê rawestin û yekbûna Kurd misoger bikin.”