Rayedarê Kongreya Spanyayê li ber êrîşên li ser Rojava rabû

Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Spanyayê Antón Gómez Reino êrîşên li ser Rojava şermezar kir û bang li Yekîtiya Ewropa û Spanyayê kir ku li ber van êrîşan rabin.

Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Nûnerên Meclîsa Spanyayê û Berdevkê Komîsyona Hevbeş a YE û Wekîlê Konseya Ewropayê Antón Gómez Reino, pêla êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava şermezar kir û got ku divê Yekîtiya Ewropa û Spanya jî li dijî van êrîşan bisekinin.

Wekîlê Coruñayê Reino got, "Ev êrîşa nû ya Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd, bi taybetî li herêma Kobanê û Rojava, bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Reino ev tişt got: “Em wek Kongreya Spanya û Komîteya Têkiliyên Derve, vê êrîşa Tirkiyê di heman demê de bi fikar û hêrs dişopînin. Ev êrîşa ku binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, divê ji aliyê civaka navneteweyî bi taybetî Yekîtiya Ewropa û Spanyayê ve bi tundî bê şermezarkirin. Ji bo ev êrîşa rejîma Erdogan û dewleta Tirk a li dijî Kurdan, ku di encamê de li dijî mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye, ji aliyê Kongreyê ve bi awayekî eşkere bê şermezarkirin, em ê sibe (duşemê) bikevin nava tevgerê.”