Rapora Tirkiyeyê ya PE’yê: Di demokrasiyê de bipêşketin nîn be wê hevdîtin jî nîn bin

Parlamentoya Ewropayê, rapora Tirkiyeyê ya sala 2022‘yan qebûl kir. Di raporê de tê gotin ku heke di warê dewleta hiqûqê û rêzdarî ji mafên bingehîn û azadiyê de tu pêşketin tune be rêya ku pê re dest bi hevdîtinan bike jî nîn e.

Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora Tirkiyeyê ya sala 2022‘yan di rûniştineke bi giştî ya li bajarê Strasboûrgê qebûl kir. Di rapora di rûniştina 622 parlamenteran deng da de 448 ‘erê’, 67 ‘na’ û 107’ jî ne erê ne na hat qebûlkirin de rexneyên tund li Tirkiyeyê tên kirin. Di raporê de tê diyarkirin ku li Tirkiyeyê di warê demokrasî, dewleta hiqûqê û rêzdariya ji mafên bingehîn û azadiyê re de tu pêşketinek berbiçav nîn e. Bêyî vê jî, nabe ji nû ve dest bi hevdîtinên bûyîna endamê Yekîtiya Ewropayê bê kirin. Di raporê de her wiha ji Tirkiyeyê tê xwestin ku hew bibe sî û star ji sermiyanê Rûsyayê re.

Di rapora ‘’Tu pêşketineke berbiçav di warê demokrasî, dewleta hiqûqê û rezdarî ji mafên bingehîn û azadiyê re li Tirkiyeyê çênebûye’’ hat gotin de wek par îsal jî tê xwestin ku hevdîtin bi fermî ji bo demeke din bên hiştin. 

Sernavên sereke yên raporê ev in:

* Li Tirkiyeyê di warê demokrasî, dewleta hiqûqê û rêzdarî ji mafên bingehîn û azadiyê re tu pêşketinên berbiçav çênebûn. Ku ev nebe jî nabe ku hevdîtinên ji bo endamtiya Tirkiyeyê cardin dest pê bibin.

* Tê diyarkirin ku di mijarên reformên pêwîst de tu îradeya siyasî nîn e.

* Di raporê de rewşa aborî li Tirkiyeyê wek ‘’metirsîdar’’ tê pênasekirin.

* Tê derbirîn ku Bankeya Navendî û Saziya Daneyan divê bi serê xwe bin li serokomarî dest di wan werdide û tê bibîrxistin ku serxwebûna van saziyan krîterên jêneger ên ji bo endamtiya YE’yê ne.

* Tê gotin ku ji ber nebûna ewlehiya hiqûqî dibe ku razemeniyên biyanî bi awayekî cidî bikevin xeteriyê.

* Wek rapora sala çûyî di rapora îsal de jî tê xwestin ku hevdîtinên ji bo endamtiyê ji bo demeke din bên hiştin.

* Hikûmeta Tirk, rabûna li ber biryara DMME’yê bi aşkerehî, bi rakirina ji holê ya mebesta destpêbûna ji nû ve ya endamtiya YE’yê tê sûcdar kirin.

* Bi pêvajoya bûyîna endamê YE’yê ya Tirkiyeyê, ji Tirkiyeyê tê xwestin ku bi rêya diyalogeke astbilind û peymaneke nûjenkirî, bikeve hewila hevkariya li gor rêgezê hevsengî û rêzdariya ji demokrasî, dewleta hiqûqê û mafên bingehîn û azadiyê re.’

* Di rapora ku ji bo Tirkiyeyê gotina ‘’di planên aborî û stratejîk de hevkarekî giring’’ tê kirin de, Tirkiye di warên bazirganî, koç, tenduristiya gel, av û hewa, veguherîna ekolojîk û ewlehî û têkoşîna li dijî terorê de wek ‘’cîranekî giring’’ tê pênasekirin.

* Di rapora bi berferehî behsa polîtîka ji der ve tê kirin de, Tirkiye di nav welatên endam de wek welatê herî dûrê polîtîkaya ji der ve û ewlehiyê tê dîtin.

* Îşaret pê tê kirin ku polîtîkayên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê yên li ser Kafkasya, Sûriye, Iraq û Lîbyayê li hevdu nayên û operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk ên li ser Sûriye û Iraqê tên şermezarkirin.

* Ji bo piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Ûkraynayê spasiya Tirkiyeyê tê kirin lê jê tê xwestin ku helwesta xwe ya têkildarê dankirinên li ser rêvebir û alîgirên Rus di ber çavan re derbas bike û hew bibe sî û star ji sermiyanê Rûsyayê re.

* Di raporê de peyama piştevaniya tam a bi Yewnanistan û Komara Qibrisê re tê dayîn û peyama dev ji pêşniyaza çareseriyê du dewletiyê li Qibrisê berde ji bo Tirkiyeyê tê dayîn.

* Cardin banga naskirina Komkujiya Ermenan tê kirin û tê diyarkirin ku diyaloga demên dawîn a di navbira Tirkiye û Ermenistanê de dest pê bûye bi erênî ye.

* Di raporê de parastina berdewamiya hevkariya li ser mijara koç û koçberan tê kirin û ji her du aliyan jî tê xwestin ku ji deklarasyona siyasî ya li ser vê mijarê meha Adarê ya sala 2016‘an hatiye îmzekirin re rêzdar bin.

* Di raporê tê diyarkirin ku bi rêya Serokatiya Civatên Xizm û Tirkên Derveyê Welat û Diyanetê Tirkiye dixwaze diyasporaya Tirk a li Yekîtiya Ewropayê kontrol bike.

* Li ser şik û gumanên agahiyên ne rast ên Tirkiyeyê yên li dijî YE’yê yên li Efrîka, Balkan, Rojhilatê Nêzîk û Bakurê Efrîkayê ji yekeya Yekeya Stratejîk Daîreya Têkiliyan a YE’yê daxwaza amadekirina dosyeyê û pêşkeş kirina Parlamentoya Ewropayê tê kirin.