Rapora meclîsa Elman: Parvekirina agahiyên li ser komeleyên Kurdan nehiqûqî ye

Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal a Elman diyar kir ku parvekirina agahiyên li ser komeleyên Kurdan bi îstîxbaratê û midûriyetên emniyetê re, li dijî hiqûqê ye.

Daîreya Îdareyê ya Federal, agahiyên li ser komeleyên Kurdan, endam û rêveberên wan ên li Elmanyayê ji sala 1994'an û vir ve bi saziya îstîxbarata navxweyî Rêxistina Parstina Destûra Bingehîn û Midûriyeta Emniyetê re parve dike. Ev kiryara ku ji aliyê qanûnî ve sparteyeke xwe nîne, bi biryarnameyeke hikumeta Kohl a sala 1994'an kete meriyetê.

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût rakirina vê mijarê ku Kurdan krîmînalîze dike, meha Gulanê xiste rojeva meclîsê. Gokay Akbûlût ji hikumeta federal a nû ya bi serokwezîrtiya Olof Scholz ev biryarname pirsî bû ku agahiyên li ser komeleyên Kurdan bi rengekî otomatîk bi îstîxbaratê û emniyetê re parve dike û destûrê dide şopandina wan. Lê belê Wezareta Karên Hundir tevî eşkere kir ku ew biryarnameya navborî nabîne jî, diyar kir ku kiryara navborî wê dewam bike.

Li ser vê yekê parlamenter Akbûlût serî li Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal da û jê pirsî bê ev kriyara ku 28 sal in li ser komeleyên Kurdan tê ferzkirin li gorî hiqûqê ye yan na. Daîreya Xizmetên Zanistî ku di mijarên zanistî û hiqûqî de şêwirmendiyê ji hikumet û parlamenteran re dike, li ser vê mijarê raporek amade kir.

'NABE KU AGAHÎ BI RENGEKÎ OTOMATÎK BÊNE DAYIN'

Daîreyê diyar kir, nabe ku agahiyên li ser komeleyên Kurdan bi rengekî otomatîk ji îstîxbarat û yekîneyên ewlekariyê re bêne dayin û ragihand ku biryarname tenê hiqûqa navxweyî ya îdareyê ye û ji ber vê yekê nabe ku saziyên dewletê ji ber vê yekê bêne erkdarkirin. Daîreya Xizmetên Zanistî bi dewamî destnîşan kir ku komkirina agahiyên li ser komeleyên Kurdan û parvekirina wan bi îstîxbarat û emniyetê re li gorî hiqûqê nîne.

Di raporê de bi dewamî diyar kir ku komeleyeke Kurd dema ku kete 'rewşeke bi guman' hingî agahiyên wê dikarin radestî îstîxbaratê bêne kirin, lê belê ev yek bi tena serê xwe têrê nake ku agahî radestî Midûriyeta Emniyetê bêne kirin. Daîreya Xizmetên Zanistî ji ber vê kiryara ku li derveyî hiqûqê dibîne, rexne li Daîreya Îdareyê ya Federal kir.

AGAHÎ JI KÎJAN RÊXISTINÊN ÎSTÎXBARATÊ RE HATIN DAYIN?

Parlamentera federal Gokay Akbûlût jî anî ziman ku ne ya qebûlkirinê ye ku komeleyên Kurdan ji aliyê yekîneyên ewlekariyê ve bêne deqkirin û şopandin û xwest ev nêzîkatî tavilê bi dawî bibe. Akbûlût işaret bi rapora Daîreya Xizmetên Zanistî kir û destnîşan kir ku di çarçoveya vê daxwaza daîreyê de Wezareta Karên Hundir heta guhertineke nû ya qanûnî bê kirin, komkirina daneyên li ser komeleyên Kurdan rawestîne.

Hikumeta Scholz li xwe mikur hatibû ku agahiyên li ser komeleyan ên piraniya endamên wan biyanî ne, bi servîsên îstîxbaratê yên biyanî re têne parvekirin. Akbûlût bal kişand ser vê mijarê jî û diyar kir ku divê bê eşkerekirin bê îstîxbarata Tirk MÎT jî di nava van rêxistinên îstîxbaratê de ye yan na. Akbûlût got, "Eger ev agahî bi îstîxbarata Tirk re hatibin parvekirin, divê endamên komeleyên Kurdan bêne hişyarkirin."