Raperîn Amed û Egîd Gabar li Stockholmê hatin bibîranîn

Du gerîlayên artêşa azadîxwaziya Kurdistanê Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) û Egîd Gabar (Yasir Mehmudî Nasirbadî) ku beriya çend rojan şehadeta wan hat ragihandin, li Stockholmê bi merasîmekî hatin bibîranîn.

Du gerîlayên artêşa azadîxwaziya Kurdistanê Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) ya ji Amedê ku di 17’ê Hezîrana 2022’an de û Egîd Gabar (Yasir Mehmudî Nasirbadî) yê ji Kirmaşanê ku 4'ê Îlona 2017'an şehîd bûn û beriya çend rojan şehadeta wan hat ragihandin, li Stockholmê bi merasîmekî hatin bibîranîn.  

Bibîranîna ku bi pêşengtiya saziya malbata şehîdan hate lidarxistin, piştî rêzgirtina bi deqeyekê, li sînevîzyona li ser jiyana her du hevalan hat temaşekirin. Bi pişt re Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a Skandînavyayê Ayşe Goktepe axivî û got: ‘’Weke em hemû jî dibînin, dijmin herî zêde jinên ku di nava tevgera azadiya Kurdistanê de pêşengtî kirine, ji xwe re dike armanc û wan bi alîkariya xiyanetkaran şehîd dixe. Me ev hem di komkujiyên Parîsê û hem jî li Kurdistanê bi eşkerehî dîtin. Em dibînin û dibihîzin ku çiqas bi hêsanî dirûşmeya "Jin, Jİyan, Azadî" tê berzkirin, lê gelo em difikirin ku ev dirûşme çawa giha vê astê. Ji bo ku ew dirûşme bibe sembola azadiya jinan, kê ew berdêl dan da ku bibe şoreşa jinê? Ji Rojhilata Navîn heya bi Ewropayê, Emerîkaya Latîn û li tevahiya cîhanê, helbet berdêlên mezinbûna wê dirûşmeyê têkoşerên weke Raperîn Amed dan. Bi salan temenê xwe di ber vê de dan û xebitîn. 

Heval yek navê xwe Raperîn, ango serîhildan, yê dîtir jî Egîd. Pir balkêş e ku malbata her du hevalên em îro bibîr tînin, ji cih û warê xwe koç kirine. Ciwanek ku ji Kirmaşanê ji malbateke Yarsanî ji dayîk bûye û tê li çiyayên Kurdistanê di nava refên gerîlla de şehîd dikeve, ev bi serê xwe sembola yekîtiya Kurdan e. Radibe beşdarî şoreşê dibe û li Yek ji Amed û yê dîtir ji Kirmaşane. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê bi rihê Raperîn û Egîndan em ê xwedî li rêya wan derbikevin û bi bilindkirina ala wan hevrêyan, bikevin 8'ê Adarê."

Li ser navê malbata şehîdan jî hate gotin ku bi xwedî derketina li doz û rêça şehîdan, mirov wê xwe bigihîne azadiyê.

Bibîranîna ku li komeleya çandî û hunerî ya Kurd hate lidarxistin,  bi dirûşmeyên ‘’Şehîd namirin’’, ‘’Jin, jiyan, azadî’’ û ‘’Bijî Serok APO’’ bi dawî bû.