Ramanên Rêberê Gelê Kurd Ocalan li Zanîngeha Potsdamê bû mijara dersê

Teoriya Neteweya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk, Xwerêveberî, Xweseriya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zanîngeha Potsamê bû mijara dersê.

Teoriya Neteweya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk, Xwerêveberî û Xweseriya Demokratîk bi çarçoweya dersa bi navê, ''Felsefeya Anarşîst, Murray Bookchîn, têgîna Ekolojiya Civakî û li ser weke weqayekê Şoreşa Rojava rêze semîner'' wê were xwendin.

Ders di somestra zivistanî de wê were xwendin. Heta niha 25 xwendekaran qeyda xwe kiriye. Akademisyen Ozlem Yenîay û Dr Max Olîver Schmîdt, Prof. Dr. Jurgen Mackert, ku Mackert seroktiya Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Potsdamê dike, bi çarçoweya bernameya bi navê ''Centre for Citizenship, Social Pluralism and Religious Diversity'' (Navenda Welatîbûn, Pirengiya Civakî û Cihêrengiya Dînî) wê kursê bidin.

Akademisyen Ozlem Yenîay sala 2017'an li Rojava di Komîteya Aboriyê ya Jinê de xebitî. Yenîay li ser guherîna paradîgmaya Tevgera Azadiya Kurd a piştî salên 2000'î û modêlên alternatîf ku pêşniyar dike disekine.

Yenîay diyar kir fikra dersê ji Olîver derketiye û got, ''Dema ku li dibistanê min semînera xwe de, têkilî bê ka ez çi bixebitim Olîver gotiye min ji bo ku weqaya te ya analîzê ye, gelo di ser Rojava re em dikarin li ser bêdewletî, otonomî, nîqaşa xwerêvberiyê û helbet têkilî Bookchîn û Ocalan bixebitin. Min jî got ne serwextî klasîkên anarşîstan im. Piştre em li ser axivîn.''

Yenîay got, ''Em ê biçin orjîna têgînên di metnên Ocalan ên li Rojava an jî ji wir biçin yên Bookchîn, em ê wê lîteratûrê ji serî de bixwînin, heta ji dest bê zelal bkin, ji ber ku ji bo xwendekarên lîsansê îsal ev ders e. Heke sala bê em bidomînin ji bo xwendkarên masterê belkî bibe doktora jî. Lê îsal lîsans. Ji bo meseleya ekolojî û xasma jî xwerêveberiyê û azadiya jî qada sereke ye. Li Rojava me berê xwe da paş lê bi xwendekaran re em ê bi wan têgihan biçin Rojava.''

Yenîay her wiha got di mufredatê de pirtûkên Ocalan ên li ser neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratratîk hene, Bookchîn heye. 6 heftiyan wê li ser wan bixebitin, heftiyên pêşî jî wê nîqaş bikin bê ka akademiyeke wiha çawa nîqaş bikin, li ser disekinin.