Radîcal Solîdarîty: Li dijî kîmyewiyê derketin mafe, kontrolnekirin sûc e

Endamên Radîcal Solîdarîty ku di çarçoveya hefteya çalakiyan de meş û mîtîngan lidar dixin gotin, “Çalakiya bê îtaetiya sivîl ya ji aliyê ciwanên Kurd a li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî qanûnî û maf e; ya sûc kontrol nekirina çekên kîmyewî ye.”

Piştevaniya Radîkal (Radîcal Solîdarîty) ku ji bo 4 hevalên xwe ku di 3’ê Kanûna 2021’an de ji ber çalakiya di nava Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) de ji bo balê bikişînin ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk û ji bo seferberkirina saziyên navneteweyî, hatibûn girtin, serbest bên berdan. hefteyek çalakî îlan kirin.

Di çarçoveya hefteya çalakiyan de ku ji bo serbestberdana girtiyan û teşhîrkirina bikaranîna çekên kîmyewî bi awayên cuda çalakiyan berdewam dike, îro jî meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Radîkal Solîdarîty û meclîsên gelê Kurd tevlî mîtîngê bûn.

Di çalakiyê de li ser navê komên cuda axaftin hatin kirin û dosyayek radestî Wezareta Edaletê hate kirin.

Komên ku xwestin bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurd û û çekên NATO'yê yên li dijî Kurdan bên rawestandin, hestên xwe yên hevpar bi gelê Kurd re parve kirin.

Di axaftina li ser navê Radîkal Solîdarîty hat kirin de hat destnîşankirin, “Çalakiya bêîteatiya sivîl a ciwanên Kurd ên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rewa û mafdar e. Ne kontrolkirina çekên kîmyewî sûc e.”

Hefteya çalakiyê wê heta 9'ê Çile bidome; hat hînbûn ku wê di roja dadgehê de çalakiyeke girseyî bê lidarxistin.