Qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê li Berlînê hatin bîranîn

Kesên ku 10'ê Cotmeha 2015'an li Enqereyê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn.

Bernameya bîranînê ku bi banga Piştevaniya Berlîn-Bogazîçiyê hate lidarxistin, roja Yekşemê danê êvarê pêk hat.

Hazel Başkoy bi navê piştevaniyê axivî û got, "Em îro li vir in, ji ber ku em zanin ên ku wê rojê hevalên me qetil kirin û yên qeyûman datînin ser zanîngehan heman kes in. Em zanin ku yên hevalên me qetil kirin, daxwaza me ya aştiyê, daxwaza me ya demokrasiyê weke şer fêhm dikin. Em jî bi biryardarî dibêjin aştî, bi biryardarî dibêjin azadî."

Di kombûna bîranînê de dirûşmên "10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin", "Kujer dewlet wê hesab bide", "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Şehîd namirin" hatin qîrîn.

Di çarçoveya çalakiya bîranînê de ya li Oranienplatzê, têkildarî komkujiyên 5'ê Hezîranê ya li Amedê, 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê û 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê dokûmanter hate nîşandan.