QSD: Girtîgeha Sînaa di bin kontrola me de ye

QSD’ê diyar kir ku hêzên wan Girtîgeha Sînaa ya li Hesekê ku çeteyên DAÎŞ’ê tê de bûn, xistiye bin kontrola xwe.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir wan tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya ‘Pêngava Gurzê Gel’ de operasyona li ser Girtîgeha Sînaayê bi serkeftî bi encam kirine.

QSD’ê diyar kir li Girtîgeha Sînaayê wan kontrol xistine destê xwe û hemû çeteyên di hundir de girtine.

DAÎŞ’ê di 20’ê Çileyê de êrişî Girtîgeha Sînaayê kiribû û xwestibû hemû çeteyan birevîne.