Qirkirina Ermeniyan di salvegera 106’an de li Zurîhê hate protestokirin

Qirkirina Ermeniyan a sala 1915’an di salvegera xwe de, bi çalakiyekê li bajarê Zurîh a Swîsreyê hate protestokirin.

Bi banga Têkoşîna Yekbûyî li bajarê Zurîh a Swîsreyê bi şiyara “Me qirkirin ji bîr nekiriye, nadin ji bîr kirin” çalakiyek protestoyî hate lidarxistin.

Gelek kes tevlî çalakiya ku li ber Sefaretxaneya Tirk a Zurîhê bûn.

Çalakiya ku di kesayeta Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) de deqeyek rêz ji bo şehîdan hate girtin de, nûnerê Tevgera Şoregerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek hevpar xwend.

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin: “Polîtîkayên nijadperestî û yek parêzî yên dewleta Tirk îro jî didom e û dewleta Tirk hikumdare ku rû bi rûyê hesabê van qetlîaman were.”

Di çalakiya de belavoka bi Elmanî hate xwedin dom kir de, banga yekgirtina têkoşîna li dijî polîtîkiya faşîzm û qetlîaman hate kirin û bi dirûşmeyan bi dawî bû.