Qirkirina Ermenan li Berlînê hate protestokirin

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye Qirkirina Ermenan hate protestokirin.

Bi banga komên Ermen gel ji bo meşê saet di 13.00’an de li pêşiya avahiya navendî ya CDÛ hatin ba hev.

Saziyên Kurdan jî tevlî meşê bûn. Dîroknas Dr. Nîck Braûns di meşê de axivî û got “Qirkirina Ermenan li gorî me şermek e. Di dîrokê de em dibînin ku Elmanya bi têkiliyên xwe piştgirî daye qirkinê. Em diyar dikin ku em êrîşên dewleta Tirk a li dijî Metîna, Zap û Avaşînê jî qebûl nakin. Îroj qirkirin li ser Kurdan tê kirin û hikumeta Elmanyayê di serî de Yekîtiya Ewropayê jî li hemberî vê qirkirinê bêdeng e."

Nûnerê HDP’ê jî di çalakiyê de axivî û got “Em tu qirkirinê qebûl nakin û em ê qebûl nekin.”

Piştî axaftinan ve çalakger ber bi Balyozxaneya Tirkiyeyê meşiyan û ji bo cangoriyên qirkirinê dia xwendin.

Di meşê de sloganên ‘Qirkirinê bide sekinandin’ û ‘Qirkirinê qebûl bike’ hate berzkirin.