Qirkirina Êzidiyan li bajarên Elmanyayê hat protestokirin- HAT NÛKIRIN

Bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan, li gelek bajarên Elmanyayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin û banga “Bila statuya xweseriyê ya Şengalê bê naskirin.”

Çeteyên DAÎŞ’ê bi piştgirî û alîkariya dewleta Tirk a dagirker, di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê gelek Êzidî qetil kirin, revandin û bi gelek kiryarên hovane re rû bi rû hêlan. Bi boneya salvegera 8’emîn a Fermanê li gelek bajarên Elmanyayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê ji aliyê Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê û Sîwana Meclîsa Êzidiyan ve, mîting û protesto hatin organîzekirin.

Piştî rêzgirtinê parêzvana mafên jinan, nivîskar Anja Flach da zanîn ku qirkirin ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hat kirin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrê Emîne Bîrecîk jî bi bîr xist ku di qirkirinê de herî zêde jin û zarokan, êşên mezin jiyan kirin û destnîşan kir ku bêdengiya li dijî qirkirinê sûcê mirovahiyê ye.

Nûnera jinên femînîst Sofîa Lûxembûrg jî wiha got: “Gelek jin li bazarên koleyan hatin firotin. Trajediyek pir mezin di holê de heye, lê mirovahî ker û lal e.”

Di mîtingê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Şengalê” hatin berzkirin.

HANNOVER

Li Hannoverê jî fermana 74’an a li Şengalê, bi wesîleya salvegera 8’emîn bi mîting û meşê hat protestokirin.

Piştî rêzgirtinê di axaftinên hatin kirin de banga parastina Kurdistan û Şengalê hat kirin.

Di çalakiyê de, bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berzkirin.

KÎEL

Ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Kîelê ve çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kirî de, axaftinên bi zimanê Kurdî û Elmanî hatin kirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê jî, ji bo bîranîna qurbanên Fermana Êzidiyan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Girseya ku li qada Platz der alten Synagogeyê hatin ba hev, ji bo qurbaniyên fermanê û hemû şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz girtin.

Di çalakiyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku hesabê ji dewletên ku piştgiriya fermanê kirin, bixwazin û wiha hate gotin: “Bila statuya xweser a Şengalê bê naskirin.”

KOLN

8. Salvegera Qirkirina Şengalê li Kolnê bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê ve hat organîzekirin, li kêleka katedrala Dom bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiya ku pankartên şermezarkirina qirkirinê û alên YBŞ'ê hatin hilgirtin de, li ser navê Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê, Berdevka Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Krefeldê Frîda Breîsacher û Berdevka Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Krefeldê Arzû Sorar axivîn.

Frîda Breîsacher di axaftina xwe de got: “Divê Komkujiya Şengalê weke roja Qirkirina Êzidiyan û Komkujiya Jinê ya Navneteweyî bê qebûlkirin. Divê statuya Şengalê bê naskirin û xweseriya wê bê qebûlkirin û piştgirî kirin. Divê hêzên demokrasiyê, tevgerên pêşverû û tevgerên jinan ji bo azadkirina Şengalê bikevin nava liv û tevgerê.”

Piştre Arzû Sorar jî axivî û diyar kir, “Li herêmê her tim Êzidî bûne hedef. Cara 74’an rastî qetilkirinê hatin. Kurdên xwedî baweriya Êzidî û baweriyên cuda, Sûryanî û Ermeniyên li herêmê hîn jî ji ber eslê xwe yên etnîkî rastî qelîaman tên. Parlamentoya Elmanyayê herî dawî tişta ku di sala 2014’an de li Şengalê qewimî weke Qirkirina Êzidiyan qebûl kir; Em vê yekê wekî gavek pir erênî pêşwazî dikin. Lê belê weke civaka Kurd em vê pêngavê tenê têr nabînin, em ji hikûmeta Elman helwestek şênber û siyaseteke hevgirtî dixwazin.”

MANNHEÎM

Bi organîzeya Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan li Parandeplatz a Mannheîm’ê mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiyê de belavokên ku KON-MED’ê amadekiribû hatin xwendin, her wiha dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî Serok Apo” û “Bimre xiyanet” sloganları hatin berzkirin.

DARMSTADT

Li Lûîsenplatz a Darmstadtê bi organîzasyona Meclîsa Jinê ya Roza mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku bûyerên 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê qewimîn hatin bibîrxistin û hate diyarkirin ku pêşmergeyên PDK’ê çekên di destê gel de girtin û ew bi tenê hiştin û niha jî bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û tevlî êrîşan dibe.