Qetlîama Şengalê li Aûrîchê hat şermezarkirin

Li bajarê Aûrîchê ya Elmanyayê bi armanca şermezarkirina komkujiya Şengalê çalakiyek hat lidarxistin.

Bi boneya salvegera qetlîama Şengalê li bajarê Aûrîch a Elmanyayê Saziya Civaka Kurd a Demokratîk û Dîe Lînke bi rengekî hevbeş mîtîngek li dar xistin û komkujî şermezar kirin.

Ji beriya mîtîngê rêveberên Dîe Lînke û namzedê parlementeriyê yê Dîe Lînke ya di hilbijartinên Eyaletê yên Elmanyayê Mizgîn Çîftçî serdana NCDK’ê kirin.

Di serdanê de hate gotin wê ji bo ku daxwazên Kurdên li dîasporayê dijîn bi şeklekî xurttir werin ziman, wê xebat werin kirin.

Çalakî saet 14:30’an li Marktplatzê dest pê kir. Di mîtîngê de nûnerê Dîe Lînkê Frîedrîch Brend Albert axivî û destnişan kir qetlîama Şengalê ji bo mirovatiyê deqekî reş e û têkoşîna ku gelê Kurd ji Efrînê heya bi Şengalê ji bo qedandina terora DAÎŞ’ê birêvebirî peyamek e ji bo hemû cîhanê ku statuya Şengal û Rojavayê nas bike.