Qetilkirina Jîna Emînî li Helsînkiyê hate protestokirin

Kurd û dostên wan ên li Helsînkiyê dijîn, qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve bi çalakiyekê protesto kirin.

Kurd û dostên wan ên li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê dijîn li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve li ber balyozxaneya Îranê ya li Helsînkiyê çalakiyek li dar xistin.

Çalakî ji aliyê PJAK, KJAR û NCDK’ê ve hat lidarxistin. Çalakger li ber metroya Kulosaarî hatin ba hev û heta ber balyozxaneya Îranê meşiyan. Di çalakiyê de wêneyên Jîna Emînî hatin hilgirtin û her wiha dirûşmeyên li dijî zexta rejîma Îranê ya li ser jinan û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Çalakgeran li ber balyozxaneyê daxuyanî da û piştevaniya xwe ji bo raperîna gelê Rojhilatê Kurdistanê nîşan dan.