Qetilkirina Denîz Poyraz li Strasbourgê hate şermezarkirin

Qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î, li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, Platforma Jinê çalakiyek li dar xist û qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î şermezar kir.

Kurdistanî li gel alên HDP'e li qada Kleberê li hev civiyan û li gel komên demokratîk û çep, çalakî kirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku êriş ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve hatiye plankirin û bi cih hatiye anîn.

Di mîtîngê de dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Jin, jiyan, azadî", "La femme, la vie, la liberte" hatin qîrîn.

Di daxuyaniya platformê de hate ragihandin ku qetilkirina Denîz Poyraz êrişeke plankirî bû û jinên azad ji aliyê desthilatdariya faşîst ve tên qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku HDP eniyeke yekbûyî ya şoreşger e û yekane tevgera siyasî ya ku li dijî faşîzma li Tirkiyeyê li ber xwe dide, HDP ye lewma timî dibe hedefa desthilatdariyê.

Platformê ragihand ku Denîz Poyraz şehîda têkoşîna demokrasiyê ye û diyar kir ku bi pêşengiya jinê wê teqez bi ser bikevin û faşîzmê têk bibin.

Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy ên ji bo rûniştinên Konseya Ewropayê li Strasbourgê ne tevlî mîtîngê bûn û li dijî komkujiyê peyam dan. Mîtîng bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.