‘Qedexeya li ser PKK’ê rakin û rê li ber aştiyê vekin’

Di salvegera 30’emîn a qedexeya li ser PKK’ê de bi hezaran kes li Berlînê meşiyan.

Konfederasyona Civakên ya Elmanyayê (KON-MED), Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK), Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E), Antîfa, Înterventîonîstîsche Lînke, Lînksjûgeng, Jinên Ciwan ên Zorayê, Berlîn Mîgrant Strîkers, Women Life Freedom Collectîve, Rote Hîlfe, Azadî e. V. û Partiya Çepgir û zêdeyê 50 saziyên civaka sivîl, rêxistin û partiyên siyasî piştgiriya xwepêşandanê kir û xwest ku qedexe ji ser PKK’ê rabibe û dawî li siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan bê anîn.

Bi hezaran kes bi şiara ‘’Qedexeyê ji ser PKK’ê rakin, rê li ber aştiyê vekin’’ li Hermanplatza Berlînê hatin ba hev û heta Oranîenplatzê meşiyan. Di axaftinên hatin kirin de hat destnîşankirin ku qedexeya li ser PKK’ê tê wateya qedexeya li ser gelekî.

Hevseroka Fed-Kurd’ê Niştiman Tarhan ku axavtina destpêkê ya meşê kir, got: ‘’PKK gel e, gel li vir e.’’

Hevserokê Fed-Kurd’ê yê din Kerem Gok jî behsa texrîbata qedexeya li ser PKK’ê ya li ser gelê Kurd kir û ev tişt gotin: ‘’30 sal berê bi pêşengiya dewleta Elman Tevgera Azadiyê ya Kurd PKK hat qedexekirin. Ji ber vê qedexeyê heta bi niha bi sedan welatparêz hatin cezakirin.  Qedexekirina PKK’ê, qedexekirina 50 milyon Kurd e. Bila dewleta Elman rêzê ji Kurdan re bigire. Dewleta Tirk ku çekên kîmyewî bi kar tîne, hêza xwe ji qedexeya li Elmanyayê digire.’’

DEWLETA ELMAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ DIFIROŞE DEWLETA TIRK

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut berxwedêrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin û anî ziman ku dewleta Elmanyayê PKK’ê qedexe dike lê çekan difiroşe dewleta Tirk ku êrîşê Kurdan dike. Çekên kîmyewî difiroşe.’’

PKK NASNAMEYA KURDAN E, NAYÊ QEDEXEKIRIN

Hevserokê KON-MED’ê yê din Engîn Sever got: ‘’PKK 45 sal in ku bûye nasnameya gelê Kurd. Tu kes û rêveberî nikarin vê nasnameyê qedexe bikin.’’

Lûkas Theune yê parêzerek ji parêzerên ji bo rabûna qedexeyê ji ser PKK’ê serlêdan kiriye, di çalakiyê de wiha axivî: ‘’Em ji bo rabûna qedexeyê ji ser PKK’ê li qadan in. Em dibînin ku PKK ji bo demokrasî, wekhevî, azadiya jinan, ekolojî û mafên mirovan giring e. Lewma hikûmeta Elman zêde nikare li qedexeya li ser PKK’ê dewam bike. Divê dewleta Elman êdî helwesta xwe biguherîne. Wezîra Karên Derve ya Elman, diruşima ‘’Jin, jiyan, azadî’’ berz kir. Divê bizane ku ev diruşim ji kû tê û çima giring e. Dawî li siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan bînin!’’

Di axavtina li ser şoreşgerên Îranî hat kirin de wiha hat gotin: ‘’Em dizanin ku diruşima ‘’Jin, jiyan, azadî’’ ji kû tê. Em dizanin ku şoreşa Îranê ji kû û çawa dest pê kiriye. Jin, jiyan, azadî.’’

Di daxuyaniya li ser navê PYD’ê hat dayîn de wiha hat gotin: ‘’Damezirîna PKK’ê li hemû mirovahiyê pîroz dikim. Di şexsê PKK’ê de fam û feraseta azadiyê li Rojhilata Navîn hat avakirin.’’

Hunermendên Kurd Hozan Comerd û Neşwan Herikî bi stranên xwe piştgiriya meşê kir.

Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî berxwedana gerîla’’, ‘’Bijî berxwedana Kobanê’’, ‘’Erdoganê faşîst’’, ‘’Erdoganê kujer’’, ‘’Bijî azadî’’, ‘’Bijî Rojava’’, ‘’Jin, jiyan, azadî’’, ‘’Bijî piştevaniya enternasyonal’’ hatin berzkirin.