PYD’ê nerazîbûn nîşanî gotinên dagirker ên Bînalî Yildirim da

PYD, nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê yên Bînalî Yildirim ê AKP’yî da.

Partiya YekÎtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da gotinên dagirkeriyê yên Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AKP’ê Bînalî Yildirim ê di 16’ê Hezîranê de tevlî bernameyeke televîzyonê bûbû.

Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî gotinên Bînalî ya “Me Efrîn rizgar kir, teror jê derkir, nêzî 500 hezar welatiyê Sûriyê vegerandin Efrînê û wê Rojhilatê Firatê jî rizgar bike da ku 4 milyon Sûrî ji Tirkiyê vegerin Sûriyê” hate dayîn.

PYD`ê anî ziman ku careke din rejîma Tirkiyê ya faşîst bi nûnertiya AKP’ê aloziya Sûriyê li gorî xwe bikar tîne, vê carê jî li ser zimanê rayedarekî bi navê Binalî Yildirim namzetê AKP’ê yê hilbijartinên herêmî li Stenbolê ye.

‘RÛYÊ AKP’Ê YÊ RAST …’

PYD`ê di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser vê xalê: “Em wekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di demekê de ku daxuyaniyên Bînalî Yildirim red û şermezar dikin, destpêkê ji bo gelê Tirkiyê, gelên Sûriyê û hemû pêkhateyên wê re didin diyarkirin ku îdîayên AKP’ê êdî ji kesî ne veşartîne û eşkere ne. Tirkiye ya faşîst piştî berxwedana dîrokê ya 58 rojan domkiriye û hê jî didome, Efrîn dagir kir û bûye sedema koçberkirina şêniyên Efrînê yên resen û her wiha piştî Efrîn dagir kir, kir warê çete û terorîstan, ev yek jî di rastiya AKP`ê de diyar e.”

‘EM Ê EFRÎNÊ AZAD BIKIN’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin rizgarkirina Efrînê û vegereke bi ewle û aram a gelê Efrînê wê zêdedirêj nake û wiha pêde çû: “Nîqaşa çareserkirina Sûriyê bêyî bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê û terorî nepêkan e.”

Di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê yê li Tirkiyê kir ku ti derfetê nedin AKP’ê ku fitneyan çêbike û got: “Em ji gelê Sûriyê re yê di kampa de bibîr dixin ku li gor banga Rêveberiya Xweser biçin û daxwaza piştevniyê ji NY’yê bikin ku koçberên Sûriyê vegerin herêmên xwe yên ji teror û destpotan hatine rizgarkirin.”

Herî dawî PYD’ê di daxuyaniya xwe de ev got: “Em carekî din soz didin gelê xwe di serî de Efrîn û hemû kesên xakên wan ji aliyê rejîma Enqerê ve hatine dagirkiri, lê vegerin û bi berxwedanê planên Osmaniya nû vala derbixin.