Protestoyên li dijî desteserkirinên şaredariyên HDP'ê didome
Li Elmanya û Fransayê desteserkirina 5 şaredariyên HDP’ê hatin protestokirin.
Li Elmanya û Fransayê desteserkirina 5 şaredariyên HDP’ê hatin protestokirin.
KASSEL
Çalakiya li Basselê li Konîgplatzê hate kirin. Di çalakiyê de bi pankartan êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin. Di çalakiyê de çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad belavok belav kirin.
STÛTTGART
Li Stûttgartê jî desteserkirina şaredariyên HDP’ê hate protestokirin. Kurd li Markplatzê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Zînî Wertê û Mexmûrê protesto kirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku destkeftiyên HDP’ê ji aliyê rejîma Erdogan ve hatiye desteserkirin.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrgê jî desteserkirina şaredariyan hate protestokirin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku operasyonên qirkirinê yên li ser Kurdan didome û desteserkirina şaredariyên HDP’ê li dijî demokrasiyê ye.
MARSÎLYA
Li Marsîlyayê jî desteserkirina şaredariyên AKP û MHP’ê li pêşiya nûnertiya Yekîtiya Ewropayê hate şermezarkirin.
Çalakgeran diyar kirin ku qeyyûm darbe ye û HDP jî îradeya wan e. Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Erdoganê faşîst’ hate berzkirin.