Prof. Paech: Destê rejîma Erdogan gihîştiye zanîngeha min

Prof. Norman Paech astengiya Rektoriya Zanîngeha Hambûrgê ya li pêşiya konferansa 'Em cîhana xwe dixwazin' şermezar kir û got, "Destê rejîma Erdogan gihîştiye zanîngeha min ku salên dûr û dirêj lê dixebitim."

Konferansên bi navê 'Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst' heta niha di salên 2012, 2015 û 2017'an de pêk hat û li nava cîhana zanistiyê ya alternatîf deng veda. Konferansa çaremîn wê di 7-9'ê Nîsana 2023'an de bihata lidarxistin. Konferansa îsal wê bi dirûşma 'Em cîhana xwe dixwazin' li salona konferansê ya Zanîngeha Hambûrgê bihata kirin.

Lê belê destpêka vê hefteyê bi hewldana Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, Rektoriya Zanîngeha Hambûrgê astengî danî pêşiya konferansê. Bi biryara Rektor Prof. Dr. Haûke Heekeren hate qedexekirin ku konferans li kampusa zanîngehê bê lidarxistin.

BIRYAR DERBEK LI DIJÎ ZANISTIYA AZAD E

Komîteya Xwendekaran a Giştî ya Zanîngeha Hambûrgê (AStA), Tevna Lêgerînê ya Alternatîf û Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re wê bihata lidarxistin. Yek ji qisekerên konferansê jî profesorê hiqûqa navneteweyî Norman Paech bû. Prof. Paech ku di navbera salên 1982 û 2005'an de li Zanîngeha Hambûrgê di Beşa Siyaset û Zanistê de profesorê hiqûqa cemaweriyê bû, ji ANF'ê re axivî û biryara rektoriyê bi zimanekî tund şermezar kir.

Prof. Paech biryara rektoriyê ya li ser astengkirina konferansê weke 'derba li zanistiya azad' pênase kir û got, "Biryarê ji aliyê zanistiya azad ve hovane dibînim. Ji ber ku bi vê biryarê re pêşî li zanyaran hatiye girtin ku li hev kom nebin û pirsgirêkên cîhanê bi rengekî azad nîqaş nekin."

Prof. Paech bi bîr xist ku beriya niha di du konferansan de ew qiseker bû û got, "Di vê konferansê de berevajî îdîayên îstîxbarat û rektoriyê bi ti awayî propagandaya PKK'ê nehate kirin. Di serî de pirsgirêka Kurd ji bo pirsgirêkên sereke yên li cîhanê li rê û rêbazên çareseriyê hate gerandin. Diyar e asta ku ev konferans gihîştiye û nîqaşên têne kirin hinek tirsandiye û ji ber vê yekê jî zext li rêveberiya zanîngehê kiriye."

ÊDÎ BES BI GUMANBARÎ LI KURDAN BINIHÊRIN

Prof. Paech anî ziman ku biryara astengkirina konferansê bi daxwaza dewleta Tirk hatiye dayin û got, "Diyar e destê dirêj ê rejîma Erdogan gihîştiye zanîngeha ku bi salan lê xebitîm. Li ber dikevim ku rêveberiya zanîngehê daxwaza rejîma Erdogan bi cih aniye. Hêvîdarim wê rektoriya zanîngehê dest ji vê biryarê berde û deriyên xwe li konferansê veke."

Prof. Norman Paech her wiha bang li dewlet û saziyên zanistiyê yên Elman kir ku bes bi çavê gumanbariyê li gel û rêxistinên Kurdan binihêrin. Prof. Peach got, "Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe bi zanyaran nîqaş bike û çareseriyê jê re peyda bike, lê belê hûn asteng dikin. Ev yek ji bo cîhana zanistiyê cihê şermê ye."