Polonya dixwaze dîwarekî gelekî bilind li ser sînor lê bike

Polonya, ji bo koçberên ji rejîma dîktator Alexander Lukashenko direvin bigire, wê dîwarekî bilind lê bike.

Polonyayê ji meha Tebaxê û vir ve sînorê xwe yê ji 400 kîlometreyî yê bi Belarûsê re bi têlên bi bilindahiya 2.5 metreyî ewle kiriye. Niha wê bê guhertin. Ji bo pêşî li koçberan bê girtin wê dîwarekî lê bike.

Ji bo vê jî, saziya herî bilind a rêveberiya welêt Sejmê roja Pêncşemê qanûneke taybet pejirand.

Li gorî hikumeta Polonyayê, parastvanên sînorê Polonyayê ji destpêka meha Tebaxê û vir ve 19 hezar hewldanên derbasbûna bi rêya qaçaxî ji Belarûsê asteng kirin.

Ji wê demê ve nêzî 1.500 kes hatine girtin.

Li gorî daneyên fermî, li herêma sînor di nava çend rojên dawî de yek jê Sûriyeyî heft kes mirin.

Sê jê jin heyşt kes jî li herêmên di nava avê de mane hatin rizgarkirin. Bi ti ji wan re belgeya nasnameyê tune bû.

Piraniya koçberên li vê herêmê ji Efganistan, Sûriye û Iraqê, her wiha ji Kongo û welatên cuda yên Efrîkayê tên.

Ji dema ku hikumeta PiS a netewperest û muxafazakar rewşa awarte li herêma sînor ragihandiye, rojnamevan nikarin xwe bigihînin herêmê, lewma agahiyên ji herêmê nikarin bêne piştrastkirin.