Polîsên Polonyayê 7 Kurd destgîr kirin
Li du bajarên Polonyayê polîsan di heman wextê de girtin ser mal û kargehên Kurdan û 7 kes destgîr kirin.
Li du bajarên Polonyayê polîsan di heman wextê de girtin ser mal û kargehên Kurdan û 7 kes destgîr kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin li bajarên Varşova û Vociyê polîsan girtine ser pênc mal û kargehan.
Di 4’ê Cotmehê di destê sibehê de polîsan girtine ser mal û kargehan û li vir lêgerîneke mezin kirine. Polîsan 7 kesan destgîr kirine.
Hat diyarkirin sedema destgîrkirinê pîrozbahiyên Newroza 2018’an û çalakiyên beriya wê ne.
Di serdegirtinê de polîsan dest danîne ser gelek alavên dîjîtal û piştre du kes serbest hatine berdan.
Hate diyarkirin yên ku Tirkiye wan ji Polonyayê dixwaze jî hatine destgîrkirin.