Polîsên Elman li Kasselê bi ser NCKD û 2 malan de girt

Polîsên Elman bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Kasselê û du malên Kurdistanî de girt.

Li Kasselê ya Elmanyayê polîsan îro saet 06.00'an bi ser NCKD'ê û malên Yelîz Boran û Mazlûm Bavlî yên Kurdistanî de girt.

Bi dehan polîs bi ser NCKD'ê de girtin. Polîsan dest li ser kompîtir, dosya û pankartan danîn, her wiha dema ku bi ser malên Kurdistaniyan de jî girtî, telefon, kompîr û amûrên wan ên taybet desteser kirin.

Mazlûm Bavlî, ku 12 polîsan bi ser mala wî de girtî, got, ''Dadgeha Bilind a Eyaleta Munîhê li ser dozeke ku ez şahid im, biryar li ser daye ku mala min were sehkirin''. Bavlî got dest li ser gelek malzemeyên wî danîne.

Yelîz Boran jî got polîsên Elman pir hişk bûn.