Polîsên Elman avêtin ser mal û komeleyên Kurdan

Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK) BW-BAYERN ragihand ku polîsên Elmanya di saetên sibê de li bajarê Lahr avêtine ser malên Kurdan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk.

Di daxuyaniya bi îmzeya Hevserokên FCK-BW-BAYERN’ê hate parvekirin de ev hate gotin: “Li bajarê Lahr a Elmanyayê di destê sibehê de polîsên Elman avêtine ser malên Kurdan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk.”

Li gorî daxuyaniyê di serdegirtinê de dest danîne ser telefonên destan, kompîter û amûrên taybet.

Hevserokan ragihand ku NCKD jî di nav de bi awayekî ‘bêhiqûqî’ avêtine ser gelek malan, di serdegirtinan mal hatine serûbinkirin.

Hevserokên FCK-BW-BAYERN bi ‘tundî’ rexne kir û bang li polîsên Elman kir ku ‘destê xwe ji berstûyên Kurdan berdin.’

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Li gorî agahiyên me girtine, li ser giliyê dewleta Tirk a faşîst a qirker, ev serdegirtin di encama têkiliyên qirêj ên dewleta Elman û Tirk a li dijî berjewendiyên gelan pêk hatiye.

Ev yek parçeyek ji êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li çar parçeyên Kurdistanê yên li ser gelê Kurd tên pêk anîne. Ev serdegirtin zextê li ser Kurdên ku ji ber êrîşên qirker reviyane, tê kirin. Ev yek jî ji derveyî ketin xizmeta dewleta AKP-MHP’ê ne tiştekî din e.”