Polîs nekarî meşa Parîsê ya ciwanan têk bide

Polîsê Fransayê di roja fînalê ya ‘Meşa Dirêj a Parîsê’ êriş kir; ji 3 aliyên cuda ve êriş kir û xwest ciwanan destgîr bike. Ciwanên Kurd bi ruxmê êrişan meşa xwe domandin.

Îro roja fînalê ya meşa 3 rojan a ciwanan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di navbera banliyoyên Parîsê de pêkanîn bû.

Piştî ku daxwaza polîsan ku xwestin meş beriya xala dawiyê bi dawî bibe ji aliyê ciwanan ve nehat qebûlkirin, polîsan êrîş kir. Polîsan hewl dan 4 ciwanan destgîr bikin, lê Ciwanan destûr nedan û ketin nav xweparastinê û ew ji destê polîsan derxistin.

Piştî demek dirêj ciwanan bi berxwedana xwe ya bi biryar destûr nedan polîsan û vê carê jî bi çalakiya bêîteatiya sivîl kolan girtin.

Ciwanan li wir jî ku bi gefên êrîşê yên polîsan re rû bi rû man, bi biryar meşiyan.

Di çalakiyê de ciwanên Kurd ên li taxê dijîn ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê fîşekên hewayî teqandin. Çalakgeran dor li polîsên ku li vir ciwanek destgîrkiribûn girtin û ciwanê destgîrkirî ji destê wan derxistin.

Piştî çalakiyên bêîteatiya sivîl ên li banliyoya Grîngy a Parîsê ku demeke dirêj dewam kirin, ciwanan bi berzkirina dirûşmeyan hatin ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gringy û dawî li çalakiya xwe anîn.

Piştî vê yekê polîsan xwest bikevin avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Grîngy û lêgerînê bikin, lê dema destûr nehat dayîn, paşve vekişiyan.

Tevî astengiyên polîsan jî ciwan bi moralek mezin li ber fîşekên hewayî govend gerandin.