Platforma Olên Mezopotamya: Tevî hemû êrîşên qirker jî gelê me li ser pêyan e

Platforma Olên Mezopotamyayê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûr, daxuyaniyek da û got: “Tevî hemû êrîşên qirker jî gelê me li ser pêyan e û zindî ye.”

Platforma Olên Mezopotamya têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

“Dagirkerên hov dixwazin gelê me tune bikin. Dewletên dagirker û qirker ji her alî ve êrîşên xwe berfireh û dijwartir dikin. Dixwazin çavkaniya mirovahiyê bi çewisînin. Lewra Kurdistan dayika mirovahiyê ye û gelê Kurd jî bi çanda xwe nûneriya vê dayikê dike.

Bi sedan sal in dagirker û desthilatdar dixwazin me wek netew ji holê rakin. Ji ber wê bi hemû cûreyên çek, tank, top û balafiran êrîşê gelê me dikin. Divê gelê me bizane ku azadî pir nêz e. Lewma dijminê gelê me har bûye. Lê tevî hemû êrîşên qirker jî, gelê me zindiye û li ser pêyan e.

Ji ber wê zindîbûn û nêzikbûna azadiyê, dewleta terorîst û Kemalîst gêj bûye, xewin û jiyan lê heram bûye. Ji ber wê gêjbûnê leşkerê xwe dikuje, cenazeyên wan dişewitîne, çekên kîmyewî bikar tîne, destê Emerîka, Rûsya û hemû desthilatdaran diramûse û dibêje hevkariya min bikin.

Bi hinceta teqîna li Taksîm a Stenbolê, êrîşê gelê me dike û sivîlan dikuje. Bi êrîşên ku li ser Kobanê ya pîroz pêk tîne, wê bi destê xwe dawiya xwe bîne. Em bang li hemû gel û dostên xwe, Oldarên Kurdistanê û hemû oldarên rast û dirust dikin; Werin em nehêlin girava azadiya Ol û Netewan Rojava were dagirkirin.

Eger em dewleta faşîst, dijminê gel û olan têk bibin, wê aşitî û aramî li herêmê çêbibe. Azadî pir nêze, ger em berpirsiyariyên xwe bicih bînin, em ê vê carê azadiyê bidest bixin. Bi kal, keç, xort, jin û mêr hemû bihevre biherikin kolanan û serî hildin. Divê hemû cîhan pê bihese ku neyarê me yê hov dixwaze di kesayeta gelê me de, bawerî û mirovahiyê tune bike.

Werin em bi hev re li mirovahiyê û gelê Kurd xwedî derkevin! Werin em bi hev re wek oldar û bawermendên Kurdistanê vê hovîtiyê û van kujeran yek alî bikin. Werin em bi hev re li welatê pîroz Kurdistanê û gelê xwe yê qehreman xwedî derkevin!“