Platforma Olên Mezopotamya bi daxuyaniyekî hevpar têkildarî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Platforma Olên Mezopotamyayê wiha ye:
"Turaniyên barbar dixwazin gelê me yek carî tune bikin. Dewletên dagirker û qirker ji her aliyê êrîşên xwe berfireh û dijwartir dikin. Dixwazin çavkaniya mirovahiyê bimiçiqînin. Lewre Kurdîstan dayika mirovihiyê ye û gelê Kurd jî bi çanda xwe temsîla vê dayikê dike.
Bi sedan salane dagirker û desthiltdar dixwazin me wek netew ji holê rakin. Ji ber wê bi hemu cureyên çekan, tanq, top û frokeyan li gelê me didin. Divê gelê me bizanibe azadî gelekî nêze. Ji ber vê dijminê gelê me har bûye, lê rexmî hemû êrîşên qirker û dagirker jî, gelê me zindiye û lisere piyane.
Ji ber vê zindîbun û nêzikbûna azadiyê, dewleta Turanîst û Kemalîst gêj bûye, xewn û jiyan lê heram buye. Ji ber vê gêjbunê leşkerê xwe dikuje, laşê wan diêşwitîne, çekê kîmyewî bikar tîne, destê Emerîka, Rûsya û hemû desthiltdar radimîse û dibêje hevkariya min bikin. Li Stenbol- Taksîmê kesû karên sivîl û medenî dikuje, dakû karibe zêdetir Kurd bikuje. Êrîşên liser xaka pîroz û Kobaniya pîroz, ewê ruxandina dewleta Turanîst jî bi xwe re bîne.”
Platforma Olên Mezopotamya di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir: “Em bang hemû gelê xwe û dostên wan dikin, em bang li Oldarên Kurdîstanê û hemu oldarên rast û dirust dikin. Werin em nehêlin girava azadiya Ol û Netewan Rojava were dagirkirin. Ger em dewleta faşîst, dujminê gel û olan têk bibin, wê aştî û aramî li herêmê bi cih bibe. Şefeqa azdiyê pir nêze, ger em berpirsiyariyên xwe bicîh bînin, emê vê carê azadiyê bidest bixin. Bi kal û pîr, keç, xort, jin û zilam hemu bihevre biherikin kolanan û serî hildin. Werin em tev bihevre li mirovahiyê û gelê Kurd xwedî derkevin! Werin em tev bihevre wek oldar û bawermendên Kurdîstanê vê wehşetê û van qatilan yek alî bikin. Werin em tev bihevre li welatê pîroz Kurdîstanê û gelê xwe yê qehreman xwedî derkevin! Roj ev roje ku azadî di destên me de ye, aşitî di xebata me de ye û serkeftinên mezin li benda me ne.”
Platforma Olên Mezopotamya:
Civaka Îslamiya Kurdîstanê Kordîanasyona Ezîdiyan li derveyi welat Federasyona Elewiyan ya Demokratîk Platforma Yarsan Avrupa Platforma Horam Avrupa Cepha Feylî Avrupa