‘Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' plannameya çalakiyan eşkere kir

‘Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê’ ku li bajarê Elmanya Dortmûndê bi civînekê damezrandina xwe îlan kir, plannameya çalakiyên ku ji 3’ê Adarê ve li bajarên Elmanya were lidarxistin eşkere kir.

‘Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê’ daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt gotin; “Kes û saziyên demokratîk ên li Ewropa heta îro bi çalakiyên cuda xwedî li berxwedana mafdar a li dijî tecrîdê derketin. Lê di pêvajoya niha de ev xwedî derketin kêm e. Armanca me ya bingehîn geşkirina têkoşin, qebûlkirina daxwazan û desteka muxalefeta civakî ya Ewropayê ji bo berxwedanê ye.

Ji bo vê hedefê  21’ê Sibatê nûnerên gelên Laz, Eremnî, Asurî-Surayn, saziyên sivîl, rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen, hiqûqnas, Elewî, jin û tevgera ciwanan li bajarê Elmanya Dortmûndê li hev rûniştin û ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê, ‘Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê’ ava kir.

Em platform bang li her kesê dikin ku bi awayekî bihêz beşdarî pêvajoyê bibin, li dijî faşîzmê têkoşînê geştir bikin. Bi şîara tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin têkoşîna li dijî faşîzmê weke erka xwe ya bingehînin bibînin û hemû hêza xwe seferber bikin. Ji bo jiyankirina Leyla Guven û hevalên wê em bang lihemû sazî û kesên li dijî faşîzm û tecrîdê dikin ku beşdarî plaftormê bibin.

Platforma me di nava xwe de civiya û planekî ya çalakiyan derxist. Roja 2’ê Adarê li bajarê Elmanya Koln meş û mîtîng, disan di anva meha Adarê de li gelek navendên Ewropa çalakiyên kon, li Berlînê 14-15’ê Adarê bi beşdarbûna hezaran kes çalakiya protestoyê ya bêdawî ya 24 saetan were lidarxistin. Li aliyê din komîsyona me ya çapemenî, hiqûq û dîplomasiyê wê bi kesên navnetewî, şexsiyetan, saziyan, dezgehên çapemeniyê, siyasetmedaran, bi parlamentoyan re hevdîtinan bike û ji bo mirin çêneb û dawî li tecrîdê were wê daxwaza ketina tevgerê ji wan were kirin.”