Plana ku 99 ji sedî rêyeke derketinê tê de tune -6

Beriya 9’ê Cotmehê hemû zext xistibûn dewrê. Tevî gefên Tirkan, NATO’yê jî hêzeke leşkerî amade kiribû û tatbîkat dikir. Misr û Îranê li ser Sûriyeyê zext dikir, Sûriye li rêyekê digeriya. Ocalan hewl da ji rêya ji sedî 1 îxtîmala wê heye, karibe derkeve.

Rejîma Enqereyê ber bi 9’ê Cotmeha 1998’an ve gef, şantaj û zextên xwe yên li ser Şamê zêde kiribû, bi qasidan re jî ji bo hevkariyê peyameke eşkere dida. Rêberê Gelê Kurd ji bo ew hewldanên komplokaran piştre wê bigota, “Hewldana planeke ku ji sedî 99 rêya derketina ji nav wê tune.”

Di wan rojan de ne bi tenê Enqere, li hemû paytextên welatên Rojhilata Navîn tevgerên zêde hebû. Hinek welatan meyla xwe diyar kiribûn, hinekan diyar dikirin heke şer derkeve wê piştgiriyê bidin Tirkiye yan jî Sûriyeyê. Ber bi 9’ê Cotmeha 1998’an ve kronolojiya wan rojan wisa bû:

30’ê Îlona 1998’an: Bi serokatiya Serokkomarê Tirk Suleyman Demîrel Desteya Ewlekariya Millî (MGK) kom bû. Civîn 6 saet û 10 deqîqeyan domiya û bi tenê rojeveke wê hebû; têkoşîna li dijî Ocalan û PKK’ê. Bi qasî ku di çapemeniyê de dihat diyarkirin, zextên bi rêya dîplomatîk ên li ser Sûriyeyê tu encam nestendibû û rêyên leşkerî hatibû nîqaşkirin.

1’ê Cotmeha 1998’an: Mirov dikare di axaftina destpêkê ya meclîsê de ya ku Demîrel kir biryara di MGK’ê de fêm bike. Demîrel bi eşkere gef li Şamê dixwar û wisa digot, “Ligel hemû hişyarî û gavên me yên aştiyê Sûriye dev ji helwesta xwe bernade û em careke din ji dinyayê re diyar dikin ku êdî sebra me dike biqede.”

2’ê Cotmeha 1998’an: Artêşa Tirk li ser xeta Antakya, Kilîs û Dîlokê ya sînorê Sûriyeyê amadekariyên xwe leşkerî zêde kir. Serokê Giştî yê Artêşa Tirk Huseyîn Kivrikoglû daxuyanî dida çapemeniyê û diyar kir ku li dijî Sûriyeyê şerekî nehatiye îlankirin heye.

3’ê Cotmeha 1998’an: Di krîza Enqere û Şamê de êdî aktorekî kes ne li bendê, ket dewrê. Serokkomarê Misirê Husnu Mubarek ji bo nîqaşkirina aloziya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê çû Siûdî Erebistanê. Mubarek bi kral Fahd re civiya û got, “Divê em aloziyê bidin sekinandin û têxin bin kontrolê. Ji ber vê jî ez amade me li Enqere û Şamê hevdîtinan bikim.”

4’ê Cotmeha 1998’an: Mubarek piştre çû Şamê. Mubarek bi qasî du saetan bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Hafiz Esat re civiya û bêyî ku daxuyaniyê bide rojnamevanan ji Sûriyeyê derket. Wezîrê Karê Derve yê Misirê Amr Mûsa li Sûriyeyê ma û got, “Ji bo çareseriya pirsgirêkê em hewl didin rêya diyalogê vebe.”

5’ê Cotmeha 1998’an: Mubarek ê ku dixwest di vê aloziyê de qasidiyê bike, çû Enqereyê. Mubarek hê daneketibû Enqereyê, Serokwezîrê Tirk Mesût Yilmaz got, “Ji bo darizandinê em ji Sûriyeyê Abdullah Ocalan û terorîstên din dixwazin.” Ber bi êvarê ve Yilmaz, Alîkarê Serokwezîr Ecevît û Wezîrê Karê Derve Îsmaîl Cem ji bo nirxandina rewşê li hev civiyan.

6’ê Cotmeha 1998’an: Demîrel û Mubarek li hev civiyan. Demîrel dosyeyeke ‘Divê Sûriye çi bike’ da da Mubarek û got, “Heke bendewariyên me pêk neyên, çi hewce be em ê bikin. Hûn ji me baştir dizanin tişta ku divê were kirin çi ye.” Mubarek di heman rojê de ji televîzyona Misirê re axivî û got, “Ji bo ku Sûriye û Tirkiye pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û diyalogê bidin destpêkirin, me hin pêşniyaz ji wan re kir.”

7’ê Cotmeha 1998’an: Keştiyeke Emerîkayê ya ku fuzeyên Tomahawk lê hatibû barkirin, çû peravên Behra Spî. Di heman rojê de gelek balefirên şer û leşkerî daketin baregeha DYE’yê ya li Încîrlîkê.

8’ê Cotmeha 1998’an: Dora qasidiya di navbera Enqere û Şamê ya Îranê bû. Wezîrê Karê Derve Kemal Harrazî berê çû Şamê û berêvarî jî çû Enqereyê. Li gorî çapemeniya Tirk Demîrel ji Harrazî re gotibû, “Pişta Sûriyeyê negirin, hûn ê jî bixesirin.”

AMADEKARIYA LEŞKERÎ Û TATBÎKATA NATOYÊ

Di wan deman de di navbera Enqere û Şamê de ev tişt pêk dihat, li Behra Spî jî tiştekî balkêş çêbû. Di 3’ê Cotmeha 1998’an de 11 welatên NATO’yê ligel ku beşa wê ya Tirkiyeyê di nav planan de tunebû tatbîkata bi navê ‘Dynamîc Mîx 98’ nêzî sînorê Sûriyeyê li Îskenderûnê dabû destpêkirin. 2500 leşkerên Hêzên Behrê û Piyadeyên Behrê ya 2’emîn a DYE’yê li Îskenderûnê hatibû bicihkirin. Li gorî gelek çavdêran li dijî Sûriyeyê wê şerek bihata destpêkirin û NATO jî di nav vî şerî de bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tevger fêm kir û wê di 9’ê Cotmehê de ji Sûriyeyê derketa. Gelekî seyr e ku ew tatbîkat jî wê di 15’ê Cotmehê de bi dawî bibûya û wê leşkerên DYE yên li Îskenderûnê jî bihatina vekişandin.

BANGA ‘CÎNAYETA LI SER PALME ZELAL BIKIN’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya hewayî ji Şamê derket û bi qasî hefteyekê tu agahî jê nehate stendin. Ocalan di 15’ê Cotmehê de bi telefonî tevlî MED TV bû. Abdullah Ocalan di destpêka axaftina xwe de gotibû ku, “Beriya her tiştî ji bo gelê me, hemû welatên Misilman û mirovayetiye pêşverû, di şexsê me de li ser gelên Rojhilata Navîn komplo hatibû ferzkirin. Ev komplo a niha nîvî ma û bi ser neket.” Abdullah Ocalan wê piştre diyar bikira ku çima ne rojeke din lê di 9’ê Cotmehê de MED TV hate reşkirin û wê bal bikişanda ser vî tiştî ku ev parçeyekî plana giştî ye û armanca wê çi ye. Rêberê Gelê Kurd bi komploya 9’ê Cotmehê re têkilî bi komploya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan a ku piştî di sala 1986’an de dema ku Serokwezîrê Swêdê Olof Palme hatibû kuştin re datanî û ev tespît dikir, “Vê cînayeta ku bi qestî hatibû kirin û piştre jî reşkirina hemû Kurdan, karê Gladyoyê bû. Mesela gotin ‘Ferman ji Apo hatiye’ Min gelekî dixwest bizanibim ferman ji ku hatiye. Wekî ku van rojan wê demê jî rojnameya Hurriyetê ev manşet dabû ‘Em ê sibê vê fermanê eşkere bikin’ lê nehate eşkerekirin. Heke bihata eşkerekirin wê maske biketa û rûyê navxweyî yê komployê bihata fêmkirin. Ez ê ji temaşevanên hêja, gel, rojnameger û ronakbîran bixwazin ku bila bi baldarî bûyera Palme bidin ber hev. Heman komplo a niha li ser me jî tê kirin. Tasfiyekirina Palme bi rastî jî girîng e û hê jî nehatiye zelalkirin ,-bi qestî nayê zelalkirin.”

CIHÊ KU EZ LÊ ME WÊ BOMBERDÛMAN BIKIRINA

Wê piştî salan derketa holê ku cînayeta li ser Palme ya ku Rêberê Gelê Kurd xwestibû bila were zelalkirin û tu têkiliya PKK’ê bi hev re tune. Di Hezîrana 2020’an de Serdozgeriya Swêdê wê bi fermî diyar bikira ku bersûcê kujer ê Palme Stîg Engstrom e yê ku di sala 2000’an de miriye û wê ji pirsa ‘Tu eleqeya PKK’ê bi vê bûyerê re tune?” re bigota “Sazkirina têkiliyeke wisa tiştekî beredayî ye.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di axaftina xwe de tiştên di 9’ê Cotmehê de pêk hatiye û kitekitên lîstika hatiye pûçkirin wê wisa diyar bikira: “Roja ku MED TV hate reşkirin em jî li asîmanan bûn. Ji bo destpêkirina vî şerî balefirên menzîldirêj, amadekariyên di keştiyan, fuzeyên di keştiyên li Behra Spî hemû ji bo min bû. Divê bihata tespîtkirin ez di kîjan saetê de li ku me. Niha em bala xwe bidinê, dibêjin ‘Apo’ û jê pê ve tu gotin ji devê wan dernakeve. Rojnameyan di manşetan de gotine, ‘Ya Apo ya şer’. Ev rast bû. Hemû tişt hatibû li min asê bûbû. Wê şer were destpêkirin lê ev mêr li ku ye? Sûriyeyî şaş bûne, dibêjin ‘Em jî nizanin li ku ne’ ji wan re dibêjin ‘Na, divê tu biçî bibînî’ Sûriye dibêje ‘Hinekî wextê bide me’, dibêjin ‘Na, em tu wextê nadin’. Wext qediya. Êdî kêr giha hestî. Biryara şer jî teqez e lê gelekî girîng e ku ez li ku me.

Di 9’ê Cotmehê de wê bomberdûman were kirin. Ji bo ku pêk were jî cih û saet hewce ye. Ka bala xwe bidin telaşa wê rojê. Mesût Yilmaz got, ‘Qediya, ev hişyariya dawîn bû’. Biryara şer heye, her kes bi vê dizane. Li meclîsê jî bi yekdengî biryar û raye stendin. Lê bi tesadufî ji bo diyarkirina cih û saeta ku em ê lê bin, li gorî min di sê rojên dawîn de karek hebû divê bikirina. Ev tişt hewceyî zelalkirinê ye. Bi rastî jî me ji hin dostên xwe re gotibû ku, di wê saetê de em ê li ku bin. Lê ez ê nikaribim bibêjim ez gumanan dibim ser wan lê em ê lê bikolin, di wê saetê de divê sozek bianiyana cih. Ew soz jî neanîn cih û gotin, ‘Di filan saetê de divê tu wisa tevbigerî ku divê encama wê wisa be’. Min ev tişt qebûl nekir. Min got, ‘Hûn çima dibêjin bila di vê saetê de bila ev tişt pêk were? Di vir de bêhna komployê heye’ û min qebûl nekir.

Vê rewşê rê li ber nîqaşeke mezin a du saetan vekir. Ji sedî sed bendewariyeke wisa tunebû. Ev tişt jî Îna par pêk tê. Di nîqaşeke wisa de em şaş man. Me got ‘Nexwe hûn lîstikekê dilîzin’. Hûn çima saeteke wisa bi israr li ser me ferz dikin? Bi ser de tişta berevajî wê ferz dikin. Him saet him jî ya berevajî wê. Ev ji bo me teqez komployek e. Di nav vê nîqaşê de ya ku me digot em qebûl nakin, me jî cihê xwe, wexta li gorî cih ne li gorî ku ew fêm dikin û li bendê bûn, bi awayekî din pêk anî. Ev şansek bû, tesadufek bû yan jî tercîhek bû.

Wê saeta ku ew ê bi fuzeyan lê bidana wekî wan derneket û cih jî ne ew cih bû ku ew li bendê bin. Wan du cih hilbijartibûn, dema ku ev her du cih nebûn cihên ku em ê biçinê, plana wan nemeşiya. Ez dikarim bi eşkere vî tiştî bibêjim, heke ew saet li gorî ya wan bûye, wê li Rojhilata Navîn şerekî nû yê herêmî bihata destpêkirin. Wekî pirtûka Glancy a ‘Çalakiyên rê li ber şer vedikin’ cihê ku em lê bûn –Wan digot qey Sûriye ye- wê ew der bomberdûman bikirina. Ji bo bomberdûmankirina hedefên ekonomîk, wan di rojnameyan de gelek krokî xêz kiribûn. Dibêjim qey wê li gorî van krokiyan hemû hedefên ekonomîk ên Sûriyeyê û Seraya Serokwezîriyê bihata bomberdûmankirin. Operasyoneke nîvco, wan şûrê xwe hildane, wê nexwezin ku şûrê xwe deynin.”

PLANA BYÊ YA KOMPLOGERAN ÎNTERPOL BÛ

Abdullah Ocalan diyar dikir ji ber ku cihê wî nehatibû zanîn fuze nehatibûn avêtin û di axaftina xwe de digot ku, “Niha wê dîsa biceribînin, biryara xwe dane.” Hêzên ku di 9’ê Cotmehê de komplo amade kiribûn, hesabê derketina ji Sûriyeyê jî kiribûn û ji bo Rêberê Gelê Kurd bi koda ‘lezgîn’ di Bultena Sor a Înterpolê de biryara girtinê dabûn. Ji roja destpêkirina komployê bi qasî 10 roj şûnde di 19’ê Cotmeha 1998’an de Abdullah Ocalan bi rêya telefonê tevlî MED TV bûbû û digot, “Çima di 9’ê Cotmehê de bultena sor hate derxistin? Çima ne rojeke din lê îro? Ji bo komploya navneteweyî ev îspateke gelekî mezin e. Li her derê belav kirine, ‘Heke ev kes têkeve kîjan welatî, wî zeft bikin’ Agahiyek lê zêde kirine, ‘Dibe ku di derketina Sûriyeyê de jî dibe’ Di van wextan de hin îstîkametên me hene. Heke biçe van deran wê were bomberdûmankirin heke biçe wê derê ew der qadên Înterpolê ne. Bûyera ku ez jê re dibêjin ji sedî 99 rêya derketina ji nav wê tune, ev e.

Ji Behra Spî heta sînorên Sûriyeyê fuze hatine bicihkirin. Deh hezar leşker li Zaxo bi cih kirine. Xayînên PDK’ê li Garê dest bi êrîşê kirine. Tevdîreke wisa kirine, ev hemû belge ne. Di qada navneteweyî de bulteneke sor derxistine, qaşo em biçin kîjan welatî wê li wê derê me bigirin. Baş e, em ê herin ku dera dinyayê? Ji bo rizgarbûna ji wan divê mirov biçe fezayê yan jî heyvê. Tarzeke wisa ya giran a komployê heye, mirov nikare jê rizgar bibe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di axaftina xwe de qala rizgarbûna xwe jî dike û digot , “Bêguman hemû tişt ne wekî planên wan e. Di destê wan de çiqasî teknîk hebe, mirov baldar be û dev ji tevdîran bernede, wê rêyeke derketinê hebe. Tişta ku ez dikarim li vir bibêjim, em dijîn û em ê têkoşîna xwe bi xurtî bidomînin. Qaşo wê hemû budçeya xwe bi kar bînin, li min bidin û min bigirin. Gelên Tirkiyeyê qanih kirin û hê jî li pey min in. Ev tişt ne di qaîdeyên eşîran de û ne jî di dema yamyaman de wisa bû.”

Sibê: Di 9’ê Cotmehê de perdeya duyemîn: Xeta Atîna û Moskovayê…