‘PKK'ê ruhê berxwedêr ava kir‘

Li Drancyê malbatên şehîdan bi çalakiyekê li hev ciyan û hate gotin ku “Roj roja em li dora şehîdan bibin yek, li dora azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin xelek û têkoşînê bilind bikin e.“

Di pêşengtiya Komsiyona Malbatên Şehîdan û Meclîsa Jinan a Zîn ya Drancyê de malbatên şehîdan bi çalakiyekê li hev ciyan. Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne, şehîd namirin“ hatin hilawistin.

Di çalakiyê de li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan Celîl Akdogan, li ser navê malbatên şehîdan dayika Tellî, li ser navê Tevgera Jinên Kurd ya Ewropa Nûpel Mûnzûr û nûnerên saziyan axivîn.

Li ser navê malbatên şehîdan dayika Tellî axivî û anî ziman ku îro gelek girîng e ku em li vir civiyane û şehîdên xwe bibîrtînin. Dayika Tellî diyar kir ku li Kurdistanê îro zarokên me bi çekên kîmyewî têne qetilkirin û got: “Em nikarin li cihê xwe de rûnin. Pêkanîna xeyalên wan peywîra me ya sereke ye.“

‘PKK TEVGERA ŞEHÎDAN E‘

Piştî axaftina dayika Tellî, li ser navê Tevgera Jinên Kurd ya Ewropa Nûpel Mûnzûr axivî û got: “PKK partiya şehîdan e. Rêber Apo û PKK’ê wate daye şehîdan, ji bo bîranîna wan partî hate avakirin. Tevger mezin bû. Şahadeta destpêkê û yên piştre ji gelê Kurd re berxwedan mîras hiştin. Rêhevalên me yên şehîd bi sekna xwe û sekna PKK’ê ruhê berxwedêr ava kir. Ruhê PKK’ê li girtîgeha Amedê Mezlûm û Sara, li Gabarê Egîd, li Xakûrkê Bêrîtan, li Kobanê Arîn, li Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel, li Sûrê Çiyager û Nûrcan û îro jî Mamreşo, Werxelê, Avaşîn û Zapê ruhê têkoşer ê gerîla ava kir. Em ê şopdarê şehîdan bin û soza bilindkirina têkoşînê didin. Em soza pirsîna komkujiya Parîsê didin. Roj roja em li dora şehîdan bibin yek, li dora azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin xelek û têkoşînê bilind bikin e.“

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehid namirin“ û “Bijî Serok Apo“ dawî bû.